'Bêcezahiştin rê li ber kuştina jinan vedike' 2020-08-28 14:30:33   MÊRDÎN - Li Mêrdînê jinan bi pêşengiya TJA'yê daxuyaniyek dan û serbestberdana Mûsa Orhan şermezar kirin. Jinan gotin: "Polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber kuştina jinan vedike. Erîşkar û tecawizkarên ku nayên darizandin carekdin dişînin nava civakê."    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrdînê jinan bi daxuşaniyekê serbestberdana Mûsa Orhan şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê pêk hat û li vir pankarta 'Li hemberî tecawiz, înfaz û qeyûmê em hene û têkoşîna jinê li her derê ye' vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de wêneyên parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de bû duh jiyana xwe ji dest da hat hildan. Li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Eylem Amak daxuyanî xwend.    Eylem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser parêzer Ebrû Tîmtîk û got: "Ebrû di encama polîtîkayên îqtîdara AKP'ê jiyana xwe ji dest da. Di rûniştina yekem a dozê de serbest hatibûn berdan lê carek din hatin girtin. Ji bo Ebrû û Aytaç her kêlî xeter bû û me gelek caran jî anî ziman. Ji bo darizandineke edîl dest bi rojiya mirinê kirin. Dengê Ebrûyê bû dengê kesên ku edaletê dixwazin. Bi xemsariya hikûmetê li vî welatî mirin pêk tê û bêadelatî carek din di dîrokê de cih girt."   Eylem, da zanîn ku Îpek Er jî wekî Ebrûyê li pêy edaletê bû û wiha axivî: "Îpek jî ji bo edaletê bedena xwe ji mirinê re razand. Îpek xwest bi bedena xwe serpêhatiyên xwe vebêje û li pêy edaletê ket. Lê mixabin li Tirkiyeyê mirov nikare behsa edaletê bike. Mûsa Orhan ji xwe Îpekê re gotibû 'Biçe gilî bike lê tiştek nayê serê min'. Ji xwe wisa jî bû. Dewlet û îqtîdar kujerên jinan bi her awayî diparêz e. Polîtîkayên bêzahiştinê jî rê li ber kuştina jinan vedike. Êrîşkar û tecawizkarên ku tên parastin û nayên darizandin carekdin dişînin nava civakê. Em serbest berdana Mûsa Orhan şermezar dikin û em ê li pêy doza Îpekê bin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Bila Mûsa Orhan bê girtin" bi dawî bû.