Şewata li Çiyayê Cudî mezin dibe 2020-08-28 10:08:39   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî yê li hemberê navenda Şirnexê şewat derket, şewat her diçe mezin dibe.    Li Çiyayê Cudî ku li hemberî navenda Şirnexê ye hat diyarkirin ku şewat derketiye û şewata ku derketiye her diçe mezin dibe. Şewata ku derket ji navenda Şirnexê ve jî hat xuyakirin. Hat ragihandin ku agir li herêma bejahî li nêzî gundê Sêgoşe, Gundikê Remo, Nevana û Cîfanê derketiye.    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin hêj jî mudaxele nehatiye kirin. Her wiha baxçe û zeviyên gundiyan jî şewitîne.