'Em ê li dijî dijminên jinan têkoşînê mezin bikin' 2020-08-28 09:06:10   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên Efrînê êrîş û kiryarên dewleta tirk li dijî jinan şermezar kirin û wiha gotin: "Em tucaran êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li dijî jinan qebûl nakin û em ê herdem li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin."   Dewleta tirk bi rê û rêbazên cuda êrîşî jinan dike. Herî dawî jî li bajarê Êlihê Îpek Er ku ji aliyê Çawuşê Pispor Musa Orhan ve bi tecewîzê re rûbirû mabû û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha kiryar û hovitiya dewleta tirk ku li bakurê Kurdistanê berdewam dike li bajarê Efrînê ku di bin dagirkeriya waê de y jî li dijî jinan her roj dewam dike. Têkîldarî mijarê Jinên Efrînê bertekên xwe anîn ziman.   'Dewleta tirk nikare îradeya jinê bişkîne'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a gundê Tilqirah ê navçeya Ehdesê ya Kantona Şehbayê, Emel Mihemed kiryarên dewleta tirk li dijî jinan şermezar kirin û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bê navber êrîşî jinên kurd dike, em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û dibêjin dewleta tirk nikare bi kiryarên nemirovî îradeya jinê bişkîne. Hevpeymana Stenbolê ji aliyê dewleta tirk ve jî hatibû erêkirin, lê ev hevpeyman di gotinê de ma. Li bakurê Kurdistanê her roj kiryarên dewleta tirk bi destê leşkerên wê li dijî jinan pêk tên û di heman demê de li herêma Efrînê jî her roj jin li aliyê hêzên dewleta tirk û komên girêdayî wê vebi tecawiz, qetîlkirin û revandinê rerûbirû dimînin. Li Herêma Efrînê û hemû herêmên ku hatine dagirkirin, dewleta tirk hovîtiya xwe berdewam dike. Li dijî van kiryaran hemû cîhan bêdenge. Lê em ê li dijî dijminên jinan têkoşînê bilind bikin. Her wiha banga me ji jinên cîhanê re heye ku bila li dijî van pêkanînên li ser jinan tên kirin bêdeng nemînin û qebûl nekin ku em bi hev re têbikoşin."   'Em ê li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin'   Jina bi navê Fatma Şemo jî kiryarên dewleta tirk şermezar kirin û helwestê xwe wiha anî ziman: "Dewleta tirk li ser gotinan hevpeymanan îmze dike, lê belê ji paşve jî hemû kiryar û êrîşên xwe pêk tîne. Dewleta tirk û hevkarên wê her roj li herêma Efrînê û cihê hatine dagirkirin êrîşî jinan dike û dixwaze bi êrîşan îradeya wan bişkîne. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jinan gelek serkeftin bi dest xistin, lê dewleta tirk ji bo ku vê serkeftinê binpê bike ji hemû aliyan ve êrîş dike. Em tucaran êrîş û kiryarên dewleta tirk ên li ser jinan qebûl nakin û em ê herdem li dijî êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin."