Çiyayê Cudî dîsa dişewite 2020-08-28 08:40:30   ŞIRNEX - Li Çiyayê Cudî yê li hemberê navenda Şirnexê şewat derket.   Li Çiyayê Cudî ku li hemberî navenda Şirnexê ye hat diyarkirin ku şewat derketiye. Şewata ku derket ji navenda Şirnexê ve jî hat xuyakirin. Hat ragihandin ku agir li herêma bejahî li nêzî gundê Sêgoşe, Gundikê Remo, Nevana û Cîfanê derketiye.    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin girtin hat îdakirin ku şewat ji aliyê leşkeran ve hatiye derxistin û li şewata derket mudaxele nayê kirin.