TJK-E’yê li dijî çanda tecawizê banga berxwedanê kir 2020-08-27 16:35:06   NAVENDA NÛÇEYAN -  TJK-E, bi daxuyaniyekî nivîskî serbest berdana çawişê pispor Mûsa Orhan şermezar kir û got: "Li dijî çanda tecawizê jinên Kurdistanî dê li ber xwe bidin û dê bi berxwedanê jî bi ser kevin. Em dibêjin bê dengiya li hemberî bûyeran tê wateya şikîkatiya sûc."    Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîş û polîtîkayên li hemberî jin û kurdan tê meşandin şermezar kir. Di daxuyaniya nivîski de hat diyarkirin ku divê li hemberî çanda tecawizê berxwedan hewce ye.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Bloka faşîst a AKP û MHP’ê bi çanda tecawizê ya feraseta mêrserwer a êrîş û polîtîkayên îmhayê yên li ser Kurdistanê didomîne. Çawişê pispor Mûsa Orhan ê ku li Êlihê bi awayekî sîstematîk tecawizî jinekê kiribû, gotibû ‘Tiştek nayê serê min’ û pişre jî xwedî li wî derketin. Her wiha li Wanê jî derket hole ku serbazekî tecawizî zarokeke 17 salî kiribû. Ev jî diyar dike ku polîtîkaya tecawizê di dewrê de ye. Fermana tecawizê hatiye dayîn û gelên berxwedêr hedef hatiye girtin.    Paradîgmaya azadiya jinê ya Rêbertî roj bi roj dikeve meriyetê û hêviya afirandina jiyana alternatîf li cîhanê zêde dike. Li Tirkiyeyê jî ligel ku zext li civakê tê kirin û mirov tên girtin, Erdogan û faşîzma ku ew temsîl dike li hemberî têkoşîna jinên kurd wê hilweşe. Li dijî çanda tecawizê ya dewletê, jinên Kurdistanê û di serî de em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin.   Bi berxwedana jinan re wê mirovayetî bi ser keve. Bêdengiya li hemberî çanda tecawizê tê wateya şirîkatiya sûc e. Tecawiz polîtîkaya dewletê ye."