'Divê Musa Orhan demildest bê girtin' 2020-08-27 16:14:53   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Fatîhê, got ku divê çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecwizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê demildest bê girtin û got, "Edalet hêza jinan ya li kolana ye. Divê Musa Orhan demildest bê girtin."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Fatîh a Stenbolê tehliyekirina çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecwizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê de li ber avahiya xwe bi daxûyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê pankarta bi diruşma. "Tecawizkar neparêze kesa bi tecawizê re rûbirû ma biparêze" hat vekirin û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.      'Hêza jinan û têkoşîna wan hedef tê girtin'   Di daxuyaniya ku ji aliyê hevseroka navçeyê ya HDP'ê Seyrî Îpek ve hat xwendin de hat diyarkirin ku mêrên li hember jinan sûc dikin ji aliyê dewletê ve serbest tên berdan û bi vê jî têkoşîn û hêza jinan hedef tê girtin.   'Zîhniyeta dewleta mêr tahliye dike'   Seyrî diyar kir ku tehliyekirina bersûcên êrîşa zayendî hovîtî ye û wiha berdewam kir, "Zîhniyeta ku Musa Orhan tahliye kir, zîhniyeta dewleta mêr e. Erka îqtîdarê ne parastina çawîşê pispor ê tecawiz kar e, erka wê têkoşîna bi tundiyê re ya li hember jinê ye.  Divê zîhniyeta hiqûqa ku hêza xwe ji îqtîdarê digire û tecawizkaran tehliye dike bê bidawîkirin."   'Bila Musa Orhan bê girtin'   Seyrî wiha berdewam kir, "Em li dijî tehliyekirina tecawizkar Musa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpekê, qetilkirina Fatma Altinmakas û qetilkirina gelek jinên din dibêjin, edalet hêza jinê ya li kolanê ye, bila Musa Orhan bê girtin."