Platforma Demokrasiyê ya Êlihê: Kuştina jinan ne takekesiye giştî ye! 2020-08-27 15:42:18       ÊLIH - Derbarê serbest berdana Musa Orhan û kuştina jinan de jinên ku di Platforma Demokrasiyê ya Êlihê de cih digirin daxuyaniyek dan û gotin: "Bi polîtîkayên bê ceza hiştinê faîl tên berdan û ev tişt nayê qebûlkirin."    Jinên ku di Platforma Demokrasiyê ya Êlihê de cih digirin derbarê zêdebûna kuştina jinan û serbest berdana bersûcê Îpek Er de li avahiya Şaxa Egîtîm Senê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎDH) ya Êlihê Gulbahar Kaya, daxuyanî da.   Gulbahar, diyar kir ku li herêmê, di demên dawî de tabloyek pir xirab heye û got: "Li pişt cînayetên jinan siyaseta serdest a zilam heye. Ebrû Tekîn jî di rojên borî de li Êlihê hatibû qetilkirin. Nava rojê li ber çavên her kesî jinek hat qetilkirin. Li pişt hişmendiya ku cesaret dike û jinan qetil dike, pergala hiqûqî heye. Tecawîzkar Mûsa Orhan ê di wijdana raya giştî de hat mehkûm kirin, hat berdan. Kuştina jinan ne takekesiye, giştiye.”    Gulbahar di dawiya axaftina xwe de daxwaza edaletê kir û wiha got: “Bi polîtîkayên ne cezakirinê, faîl tên berdan û ceza li wan nayê birîn. Em ê şopdarê doza Îpek Er bin. Em carek din tundiya li dijî jinan û kuştina jinan lanet dikin. Ji bo ku jinek din neyê kuştin, divê Peymana Stenbolê bê bi cih anîn.”