Di otobûsa rêwiyan de jinek bi êrîşa zayendî re rûbirû ma 2020-08-27 15:13:40   EDENE - Li Edeneyê di otobusa rêwiyan de jineke razayî bi êrîşa zayendî re rûbirû ma mêrê êrîş kir hat binçavkirin.   Otebûseke rêwiyan ku ji Îzmîrê diçû Şirnexê, ji bo navberdayînê li Edenê dema ku rawestiya, jineke ku rêwî bû got telefona min hatiye dizîn û gazî polîsan hat kirin. Ajovanê otobusê jî derî girtin û ma li hêviya polîsan . Polîsên ku hatin cihê bûyerê, rêwî ji otobusê daxistin û di otobusê de lêgerîn kirin. Lê ligel lêgerînê telefon nehat dîtin. Polîs piştî wê kamerayên ewlehiyê yên otobusê kontrol kirin û di kontrolê de aşkera bû ku mêrê li piştî jinê rûniştî dema ku jin dixewê de bû ye êrîşa zayendî lê kiriye û telefona wê jî dizî ye.      Piştî ku bersûc aşkera bû rêwiyên din êrîş kirin û polîsan jî ew li gel xwe bir û binçav kir.