Di şerê nava malbatan de jinek hat qetilkirin 2020-08-27 10:55:09   ÊLIH - Li Sasonê di navbera malabatan de şer derket û di encamê de Mizgîn Toprak hat qetilkirin. Herwiha Şîrîn Toparli jî birîndar bû.   Li navçeya Sason ya Êlihê di şerê navbera malbata de derket Mizgîn toprakli bi alavê jêkirinê hat qetilkirin. Bavê Mizgînê Şîrîn Toparli jî birîndar bû. Li ser agahdarkirina kesên li derdorê polîs û tendirustvan hatin cihê bûyerê.    Kesên birîndar, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û li serwîsa acîl girtin bin dermankirinê. Ji birîndaran Mizgîn Toprak jiyana xwe ji dest da û dermankirina Sîrîn Toparli jî berdewam dike.   Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û Nazmiye Keban a ku bû sedema mirina Mizgînê û gelek kesên din hatin binçavkirin.