Li Rojava hejmara kesên bi vîrusê zêde dibe 2020-08-27 10:30:10   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 53 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine û bi giştî hejmara kesên bi vîrusê ketine gihêştiye 478 kesî.   Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa da zanîn ku 53 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî rewşa wan her ku diçe baştir dibe. Kesê jiyana xwe ji dest daye kesekî temen mezin ji Hesekê ye.    Daneyên derbarê vîrusê yên herî dawî wiha ne: 6 kes li Hesekê,17 li Qamişlo, kesek li Rimêlan, 3 kes li Amûdê, 5 kes li Dêrikê, kesek li Dirbêsiyê, 4 kes li Dêrezorê, 2 kes li Reqayê, kesek li Holê û 13 kes jî li Tebqayê bi vîrusê ketine.  Bi vê yekê hêjmara giştî ya nexweşan gihêştiye 478 kesî, ji wan 28 kesan jiyana xwe ji dest dane û 80 kes jî rewşa wan baş bûye.