Zîhniyeta 'Mêr dike dewlet diparêze' di dewrê de ye 2020-08-27 10:22:33   WAN - Endama damezrîner a Komeleya Star a Jinê  Meryema Aslan bertek nîşanî tehliyekirina çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê da û got, "Ev zîhniyeta mêr dike dewlet diparêze ye"  Dewlet kê ji çi diparêze?   Çawîşê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî jina civwan a 18 salî kir û bû sedema mirina wê, ji ber zextên raya giştî ji sûcê "Êrîşa zayendî" hatibû girtin, duh ji girtîgehê hat tahliyekirin. Bertekên li dijî tehliyekirina bersûc berdewam dikin.   Endama damezrîner a Komeleya Star Meryema Aslan, diyar kir ku tehliyeya Musa Orhan wê ji sûcên nû re bibe bingehê û got ku divê bersûc demildest bê girtin.   'Bixwebaweriyeke ji ber mirovê dewletê ye heye'   Meryemayê anî ziman ku li herêmê sûcên tecawizê yên ku ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kirin gelek zêde ne û wiha berdewam kir, "Girtina Musa Orhan ê çawîşê pispor zîhniyeta 'mêr dike dewlet diparêze' aşkera dike. Musa Orhan ji ber ku çawîş e bixwbawerbûneke wî ya ji ber mirovê dewletê ye heye. Di nameya ku îpekê li dû xwe hişt de diyar kirbû ku bersûc gotiye wî cara yekê ev tişt nekiriye."   'Pergaleke dewletparêz heye'   Meryama diyar kir ku jin li her derê bi êrîşa zayendî û tecawizê re rûbirû dimînin  û mêrên ku vî tiştî dikin tu carî bi cezayê heq kirine nayên cezakirin. Meryama wiha berdewam kir, "Dewlet çi diparêze? Kê ji çi diparêze û li diç kê diparêze? Li gel ku evqas jin ji nedîtî ve tê çima ewqas mêr  tê parastin? Ji ber ku dewlet bi hişmendiya mêr tevdigere bedela herî giran jin dide. Ji ber ku bersûc nayên girtin sûcên li heberî jinan ên mêran jî zêde dibin. Em dixwazin sûcdar bên cezakirin."   'Tehliyeya bersûc wê ji sûcên bên kirin re bibe bingeh'   Mryamayê anî ziman ku tahliyekirina Musa Orhan wê ji sûcên bên kirin re bibe bingeh û wiha dawî li axafitna xwe anî, "Sûc li holê ye û divê ku daraz peywira xwe pêk bîne. Em jin naxwazin ku tu hawara dayikekê bibihîzin û jin bi kuştinê re rûbirû bimînin. Em ê parastina hemû jinan bikin. Ez bang li hemû sazî û dezgehên jinan û aktîvîstên jin dikim ku li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em dixwazin ku Musa Orhan demildest bê girtin û cezakirin."