'Li Erdîşê mirinên biguman yên jinan zêde bûn' 2020-08-27 09:06:10   Hîkmet Tunç   WAN - Hevseroka HDP’a Erdîşa Wanê Sarya Bîlîcî diyar kir ku di hevdîtinên bi malbatê re, derketiye holê ku gelek jin rastî zext û şîdeta malbatan tên. Sarya her wiha da zanîn ku bandora qeyûm jî li ser mirinên biguman heye û got jin bê alternatîf hatine hiştin û jinan dişînin malên ku şîdetê lê dibînin.   Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku Peymana Stenbolê hedef nîşan dide û plan dike ku ji peymanê derkeve, mirinê jinan jî her diçe zêde dibe. Der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinan de tu tedbîr nayên girtin. Li navçeya Erdîş a Wanê jî mirinên biguman yên jinan her diçe zêde dibe. Beriya Cejna Qurbanê Nuran Hasar bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Nuran ducanî bû û sê zarokên wê hebûn. Dîsa di 20’ê tebaxê de li taxa Golagzi Pinar Altaş ya 37 salî li mala tenûrê ya li ber mala wê mirî hat dîtin. Hat îdia kirin ku her du jinan jî întîxar kiriye.   ‘Ji malê dengê pevçûnan hebûye’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdîşê Sarya Bîlîcî ku çû malbata her dû jinan û hevdîtin kir wiha got: “Her du jin jî ducanî bûn. Gelo jinek ducanî çima xwe bikuje? Ev nayê lêpirsînkirin. Li malbatekê em bi israr rastî gotina ‘em nizanin, dewlet dizane’ hatin. Lê ji cîranan em fêr bûn ku berê her tim malê dengê pevçûnê hatiye. Ev jî piştrast dike ku ev jin li malê rastî şîdetê hatiye. Tu mirin rewşek ne ji rêzê ye. Mirinên biguman bi întîxarê nikare bê veşartin.”   ‘Jinên alternatîfê nabînin întîxar dikin’   Saryayê da zanîn ku şîdeta li ser jinan bi gotinên wekê ‘mijara malbatê ye’ tê veşartin û wiha pê de çû: “Di heman demê de jin bizanebe dimire jî ji malbatê re nabêje. Ji ber dizane dema bêje peçvûn wê derkeve. Dizane ku bêje jî malbat û civak wê pê bawer nekin. Ez jî ji Erdîşê me. Pirsgirêka jinan hevpar e. Ez vê îdia dikim ku bi rastî jî ger jin bizanebin piştî destberdanê alternatîf wan heye, zewicî namînin.Tu alternatîfa jinan tune.”   ‘Qeyûm jin mahkumê şîdetê kir’   Saryayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di zêdebûna şîdeta li ser jinan de bandora qeyûman gelek zêde ye û sedema vê jî ev e ku qeyûman projeyên jinan betal kirine, xebatên jinan betalkirine navedên jinan girtine. Saryayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li dijî vê şîdeta li hember jinan têbikoşin. Belê qeyûm tayînê şaredariyên me hatine kirin. Qadên têkoşîna me tên tengkirin. Lê em ê her tim ligel hev bin û li dijî vê bisekinin.”