'Em bi hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin' 2020-08-26 16:52:56   MÊRSÎN - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di serdana DÎSK û Turk-Îş’ê ya Mêrsînê de axivî û got: “Heke em hemû bi hev re bin û dest bidin destê hev, em dikarin ji bo welat rêveberiyek demokratîk biafirînin.”   Şandeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Mêrsînê hevdîtinên xwe yên di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” didomînin. Şandeya ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir , Parlamentera HDP’ê Huseyîn Kaçmaz pêk hat çûn serdana sendîkayên DÎSK û Turk-Îş’ê.   Leyla Guven di hevdîtina li DÎSK’ê de axivî û destnîşan kir ku Tirkiye yek ji welatên girîngtirîn ê Rojhilata Navîn e û got: “Lê ji ber polîtîkayên şaş û şer niha em dibînin welat di çi rewşê de ye. Tirkiye anîne wê astê ku muhtacî nan e. Dovîz her ku diçe difire. Gundî û karker perîşan in. Kes nikare perîşaniya xwe jî bîne ziman. Her kesê ku tîne ziman jî di bin zextên darazê de ne. Heke em hemû bi hev re bin û dest bidin destê hev, em dikaribin ji bo welat rêveberiyek demokratîk biafirînin.”   Piştî hevdîtina li DÎSK’ê, şande çû serdana Turk-Îş’ê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyê yek ji pirsgirêkek mezin jî pirsgirêka krîza aborî ye û axivî: “Sedema bingehîn a krîza aborî û civakî ew e ku îqtîdar bi polîtîkayên şer û zextan nêzî kêşeya kurd dibe. Vê pirsgirêkê ji nedîtî ve tê. Hemû çavkaniyên welat ji polîtîkaya şer re tê xerckirin. Îqtîdar jî siyaseta xwe li ser zemîna şer birêve dibe. Pirsgirêkên di nava civakê de diqewimin her tim li pişt vê perdeye tê veşartin.”