'Girtiyên nexweş nayên dermankirin' 2020-08-26 13:14:37   ENQERE - Xizmên girtiya Nexweş a li Girtîgeha Sîncanê Dîlber Tanrikulu ku çûn hevdîtina wê, diyar kirin ku girî bi zextan re rûbirû dimînin û ji aliyê bijîşkan ve jî nayên dermankirin.    Girtiyên ku ji ber vîrusa koronayê mehê carekê bi xizmên xwe re tên gel hev binpêkirinên mafan ku li girtîgehan tên kirin ji malbata xwe re vegotin. Xizmeke girtiya nexweş  Dîlber Tanrikulu ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku nêzîkatiya bişîşkan ya li hember girtiyên nexweş nayê qebûlkirin û di berdewamiyê de got, "Dema ku nexweş ji bo serêşê diçin revîrê û bijîşk ji wan re dibêjin 'serê me jî diêşe' û wan paşve dişînin. Nexweşên giran jî nayên dermankirin." Herwiha heman kesê got ku Rewşa Elîf Çetîn a Nexweş jî gelek giran e.   'Nameyên girtiyan nadin'   Xizma girtiya nexweş diyar kir ku odeyên girtiyan nayên guhertin, daxwaznameyên wan jî bê bersiv dimînin û wiha berdewam kir, "Girtî nikarin tevli tu aktîvîteyan bibin û diema li korîdorê li hevalên xwe rast tên jî bi tu awayî nikarin têkiliyê daynin. Nameyên girtiyan jî yan nadin wan û an jî piştî bi mehan didin."