Parêzer wê îtîrazî tahliyekirina Musa Orhan bikin 2020-08-26 13:09:45       SERT - Çawîşê Pispor ê tecawizkar Musa Orhan piştî 7 rojan girtî ma, dadgehê li ser îtîraza parêzerên ew serbest berda. Baroya Sêrtê, diyar kir ku ew nizanin ku dadgehê li gorî çi biryara berdana Çawîşê Pispor ê tecawizkar daye û diyar kir ku ew ê îtîrazî berdana wî bikin.   Li navçeya Bişêriyê ya Êlihê Çawîşê Pispor Musa Orhan tecawizî jina ciwan a 18 salî Îpek Er kiribû. Ji ber Çawîşê Pispor Musa Orhan nehat girtin, Îpek Er di 16'ê Tîrmehê de hewl da întîxar bike û birîndar bûbû. Piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê, di 18'ê tebaxê de, der barê çawişê pispor Musa Orhan ê ku bû sedema mirina Îpek Er de bi sucdariya "Êrîşa zayendî" biryara girtinê da. Lê Musa Orhan piştî 7 rojan girtî ma, dadgehê dîsa biryara berdana wî da.    Baroya Sêrtê bertek nîşanî berdana Çawîşê Pispor Musa Orhan da û got: "Em ê îtîrazî biryara berdanê bikin. Divê dîsa Musa Orhan bê girtin. Li ser îtîraza me û Serdozgerê Komarê yê Sêrtê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê biryara girtinê dabû. Li ser îtîraza parêzerên Musa Orhan, dadgehê duh dîsa Musa Orhan serbest berda. Wekî serokê Baroyê û Komîsyona Mafên Jinan a Baroyê em ê dîsa îtîrazî berdana Musa Orhanbikin û bixwazin ku Musa Orhan dîsa bê girtin. Em pêvajoyê dişopînin. Em nizanin ku dadgehê li gorî çi biryar daye. Di aliyê hiqûqê de çi pêwist be em ê bikin. Divê Musa Orhan bê girtin."