Hevseroka HDP'ê ya Baglarê hat girtin 2020-08-26 10:24:17   AMED - Hevseroka HDP'ê ya Baglarê Fatma Kavmaz bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Baglarê ya Amedê Fatma Kavmaz bi îdaya "endamitya rêxisinê" hat girtin.  Di 24'ê Tebaxê de roja duşemê saet di 11.00'an de polîs bi hinceta belgeyek em radestî te bikin heye bi telefonê li Fatmayê geriyabûn û navnîşana wê xwestibûn. Piştî ku Fatmayê navnîşan da polîsan bi ser malê de girt û Fatma binçav kirin. Fatma piştî li emniyetê îfadeya wê hat girt sewkî dozgeriyê hat kirin.   Dozger bêyî ku îfaeya Fatmayê bigire bi daxwaza girtinê ew sewkî 4'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Amedê kir.  Dadgehê xebatên fatma yên di nava KCD'ê de wekî sûc hesibandin û bi îdaya "endamtiya rêxistinê" derbarê wê de biryara girtinê da.    Fatma piştî biryara dadgehê ya girtinê şandin Girtîgeha Jinan a Amedê.