‘Nahêlin cenaze jî bên şûştin’ 2020-08-26 09:07:00   WAN - Hevseroka MEBYA-DER Gulistan Onver diyar kir ku destûr nayê dayîn cenazeyên PKK’iyan li mizgeft an jî nexweşxaneyan bê şûştin û got: “Bi polîtîkayên zext û tirsê hewl didin mirovan ji nirxên wan dûr bixin. Bê rêzdariya li hember cenazeyan nayê qebûlkirin.”   Li Wan, Amed, Mêrdîn, Bedîs, Colemêrg, Muş û Şirnexê gorên PKK’iyan tên texrîbkirin, Her wiha malbatên di pêvajoya girtina cenaze û definkrinê de rastî gelek zextan tên. Malbatên xizmên xwe winda kirine serî li Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) dan. Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulîsan Onver binpêkirinên pê re hatine rû hev vegot.   ‘Wecîbeyên olî naynin cih’   Gulîstanê da zanîn ku li ser serlêdanên 6 mehe ji malbatan tên xebatan dimeşînin û got li qadê rastî zextên hêzên ewlehiyê tên û got: “Hefteya borî malbata Murat Şîpal ji bo cenazeyê bigire serî li me da. Em wek MEBYA-DER’ê li ser serlêdana malbatê çûn nexweşxanê û pişt re çûn goristanê. Polîsan li wir ji bilî malbatan destûr neda tu kesî ku bikeve goristanê. Tehemûlê lorîna dayikê nekirin û gotin ‘neqîre’. Nehiştin ku mabat li nexweşxane û mizgeftên wecîbeyên xwe yên olî bînin cih.”   “Pêkanînên dij mirovane’   Gulîstanê bi lêv kir ku ew bi pêkanînên dij mirovane re tên rû hev û wiha pê de çû: “Nehiştin ku dayikek li ser gora kurê xwe lorînan bi lorîne. Ev pêkanîna dijmirovane di tu wijdanê de tune. Miriya wek xetere dibînin ku hîna zilmê dikin. îşkencê dikin.”   Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşa li hemberî cenaze û texrîbkirina goran êrîşa li hember nirxên Gelê Kurde û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo kurdan cenaze pîroziye. Ji bo hemû gelan wisaye. Ji ber vê jî bi zanebûn hem dema definkirin û hem jî piştî wê zextan dikin.”   Gulîstanê her wiha di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku van pêkanînan yên salên 90’î bezandiye û wiha dawî lê anî: “Wek mînaka li Garzan a Bedlîsê cenazeya 300 kesî bi hinceta DNA’yê birin Stenbolê û li wir li peyarêyan definkirin. Gorên komî êdî bi awayekî aşkera tên avakirin. Bi polîtîkayên zext û tirsê dixwazin ku gel xwedî li nirxên xwe dernekevin. Em amadene ku hemû berpirsyariyên xwe bînin cih. Kî dibe bila bibe vê bêrêzdariyê qebûl nake.”