'Nebeşdarbûna kurdan krîzê kurtir dike' 2020-08-26 09:05:12   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Profesora Têkiliyên Navneteweyî Îman Zehran derbar danûsitandinên nû yên civîna Cinevreyê de got: “Nebeşarbûna kurdan û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserkirina kirîza Sûriyê bi derengî dixe û kûrtir dike."   Ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, bi dehan civîn hatin lidarxistin. Lê mixabin ev 10 sal in tu çareseriyeke ku vê xwîna dirije û destdirêjiya hêzên hegemon ya li ser axa Sûriyeyê bi dawî bike pêk nehatiye. Di çarçoveya çareseriyê de sala borî jî li bajarê Swîsre yê Cenevreyê hin hevdîtin hatin kirin û Netweyên Yekbûyî (NY), bi welatên garantor ; Türkiye, Rusya û heyetên Îranê, hin nûnerên ewrûpî re çend hevdîtin kirin û li gorî berjewendiyên xwe hin kes jî ji sûriyeyê wekî nûnerên civakê tevli van hevdîtinan kirin. Lê hêzên sereke yên li Sûriyeyê ku ji van yek jê jî kurd in tevli van hevdîtinan nekirin û ji ber wê jî tu encam bi dest nexistin. Dîsa di 24'ê Tebaxê de hevdîtin bêyî beşdarbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Swîsere Cenevreyê hatin destpêkirin. Têkildarî vê mijarê Profesora Têkiliyên Navneteweyî Îman Zehran derbarê hevdîtina Cenevreyê de ji ajansa me re axivî.   'Nebeşdarbûna kurdan wê hemû hewildanan têk bibe'   Îman derengmayina çareseriya kirîza Sûriyê nirxand û wiha got: "Pêkanîna guhertina demografîk a pilankirî û veguhestina  xelkên resen bi nîştecihên herêmên din ji aliyê hin hêzan ve bi rengekî eşkere tê kirin. Ev yek wê bandoreke mezin di pêşerojê de li ser hevsengiyên ewlehî û siyasî di Sûriyê de çêbike.  Pê re jî pozîsyona danûstendinan qelis dike. Sedema bingehîn a bê encam mayîna van hevdîtinên li Cenevreyê ew e ku hêzên navneteweyî kurdên ku li Sûriyiyeyê nûnertiya beşeke mezin a civakê dikin û bi giştî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van hevdîtinan dûr dixin."   'Çareserî di hundirê Sûriyê  bi xwe de ye'   Îmanê da zanîn ku çareseriya kirîza Sûriyê pêwist e ji aliyê kesên li ser erda Sûriyê dijîn ve bê çareserkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em dizanin ku aloziyeke mezin di nava partiyên siyasî ku  bi xwe ji gelên Sûriyeyê pêk tên  heye û şerê hev dikin. Destdirêjiya hêzên derve yên hegemon ji bo 'çareserkirina pirsgirêka Sûriyê' bi xwe re çareseriyê nayne û rêya çaresersiyê jî asteng dike. Ji ber wê dibe ku bi van hevdîtinan re ev hêzên derve,yên navneteweyî û herêmî di hundirê Sûriyê de bêhtir li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.  Ev jî wê li hember rêyên çareseriyê qeyrana li Sûriyeyê kûrtir bike ku astengiyên hîn mezintir bi xwere derbixe holê."   'Divê kurd di pêvajoya çareseriyê de hebin'    Îmanê destnîşan kir ku ev danûstendinên li Cenevreyê wê bêyî tevlibûna nûnerên kurdan bi ser nakevin û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Li Cenevreyê dîsa hevdîtin tên kirin. Ji ber ku nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet kurd têde cih nagirin wê tu çareserî pêk neyê. Ji ber ku kurd hêzeke girîng a li ser vê axê ne.  Bê ku xaka Sûriyê were parçekirin pêwist e ku çareserî pêk were. Divê kesên ku ev civak di komkujiyan re derbaskirin beşdarî van hevdîtinan  nebin û biryar dîsa ya civak û hêzên siyasî yên li Sûriyê bi xwe be."