Li dijî xebatên restorasyonê yên li Sûrê bertek 2020-08-26 09:04:20   AMED - Welatiyan bertek nîşanê xebatên rantê ku di bin navê 'restorasyonê' de li Sûra Amedê tên kirin an û gotin: “Dixwazin paşeroja me paqij bikin. Nirxên me vediguherin rantê, em li dijî vê ne.”   Li bajarên Kurdan gelek avahiyên dîrokî di bin navê ‘restorasyonê’ de tên texrîbkirin an jî ji turîzmê re tên vekirin û vediguherin qada rantê.   Li Sûra dîrokî ya Amedê jî di bin navê restorasyonê de texrîbateke mezin tê kirin. Beşeke Sûrên Amedê, digihêje Huriyên Beriya Zayînê sala 3 hezarî, beşek jî digihêje 2’emîn Împaratorê Bîzansê Konstantînus yê sala 346’an. Sûrên Amedê hem ji aliyê turîstên herêmê hem jî ji aliyê yên biyanî ve elekqeyeke mezin dibînin.   Hat îdiakirin ku ji îhaleyê re tê vekirin   Sûrên ku bi hezaran salan e li ser piyan e di salên 2015-2016’an de bi qedexeya derketina derve ya li navçeyê re hatin texrîbkirin. Li ser talîmata Wezareta Çand û Turîzmê, ji aliyê şaredariya Sûrê ku Qeyûm bi rêve dibe ve xebata restorasyonê hat destpêkirin.Hat hînbûn ku gelek karker ketine Sûrê û beriya restorasyonê paqijiyê dikin û kevir ji Sûran hatine derxistin. Karkerên xebata paqijiyê dimeşînin jî diyar kirin ku bi talîmata şaredariyê re wê xebata wan sê mehan bidome û her wiha hat îdiakirin ku Wezareta Çand û Turîzmê wê vir ji turîzmê re vebike. Îdiaya din jî ev ku wê Sûrên Amedê ji Îhaleyê re bên vekirin û di encama îhaleyê de bidin kargehên biyanî.   ‘Nirxên me didin biyaniyan’   Welatiyên Amedê li dijî vê pêkanînê gelek bi bertekin. Suna Aslan da zanîn ku tunekirina warên dîrokî tê wateya paqijkirina hişk û got: “Dixwazin em dîroka xwe ji bîr bikin. Em dema vir dibînin paşeroja me tê bîra me. Ger vir tune bibe wê paşeroja me jî tune bibe. Em ê çi ji zarokên xwe re vebêjin. Îhaleyan vedikin û nirxên gelê Amedê didin biyaniyan. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”   ‘Dewlet wê vir jî xera bike’   Welatiyek ku nexwest navê xwe bide jî bertek nîşanî biryara ku wezareta Çand û Turîzê bi Qeyûm re girtiye da û got: “Ma çi ji gel re hiştin. Em dixwazin Amed wisa bimîne. Em naxwazin dest bidin vir. Me xwe dît nedît SûR hebûn. Em li dijî tunekirinê ne. Her der veguhertine rantê. Em bêdeng nemînin. Bila dest nedin dîroka me.”