‘Tu carî xemsar nêzî vîrûsa koronayê nebin' 2020-08-26 09:03:10   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Jinên ku bi vîrûsa koranayê ketine û niha rewşa wan baş e bang li gel kirin û gotin: "Li hemberî vîrûsê baldar bin û ev vîrûs bi xeter e. Xwe û malbata xwe biparêz in. Tu carî xemsar nêzî vîrûsê nebin."    Belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) hêj li tevahiya cîhanê didome. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî niha ket rewşeke xeternak. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj daneyên derbarê vîrûsê de ji raya giştî re aşkera dike. Li gorî daneyên ku tên parvekirin hejmara nexweşan her roj zêde dibe. Kesên ku bi vîrûsê ketine û rewşa wan baş bûye ji ajansa me re axivîn. Bang li şêniyan kirin û gotin guh bidin daxuyaniyên rayedaran.    'Divê mirov her tim baldar be!'   Eyşe Mistefa (50) derbarê nexweşiyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Rastî min nezanî ku min çawa vîrûs girtiye. Dibe ku mi li bazarê jî vîrûs girtî ye. Mirov gelek deman ji xwe ne baldar nabe. Dema ku min germahiya laşe xwe hîzkir û ez bê hat ketim û min berê xwe da nexweşxaneyê. Dema ku têsta min pozîtîf derket û ji bo min dema karantînayê dest pê kir. Min dest bi dermanan kir."    'Ji paqijiyê baldar bin'   Eyşe di nav gotinên xwe de alîkariya kedkarên tenduristiyê anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Alîkariya kedkarên tenduristiyê bi kesên ku bi nexweşiya vîrûsa korona ketine baş bû.  Ji aliyê pêşkêşkirina derman û bilindkirina morala nexweşan pir ked dan. Dema ku ez bi vîrûsê ketim ez gelek tirsiyam, ji ber ku di vî alî de gelek agahî derketi bûn holê. Digotin kesên bi temen mezin bi vîrûsê jiyana xwe ji dest didin. Lê alîkariya kedkarên tenduristiyê hêzeke mezin da min. Ez bang li gel dikim ku xemsar nêzî vîrûsê nebin û hişyar bin. Tedbîrên herî girîng a ji bo parastina ji vîrûsê paqijî ye. Bila gelê me li tenduristiya xwe baldarbin.”   ‘Min berê xwe da nexweşxaneyê...'    Tolîn Elî ya 19 salî ku ew jî nexweş ketibû niha rewşa wê ya tenduristiyê baş e û Tolîn wiha behsa rewşa xwe kir: "Di roja çaremîn a cejnê de nîşaneyên vîrûsa koronayê gel min derket. Weke bilindûna germahiya laş, ne hîskirina bi tama xwarinê û tengbûna bêhinvedanê. Ev hemû li gel min çêbûn û min berê xwe da nexweşxaneyê. Min li vir test çêkir û testa min pozîtîf derket. Ji bo min pêvajoya karantînayê dest pê kir. Bandora psîkolojiyê li ser bedana mirovan heye. Dema mirov bitirse bêtir dikeve bin bandora nexweşiyê û vîrûs jî li ser bedena mirovan serdest dibe. Ji bo wê ez bi hêvîme ku her kes bi mirovên nexweş re bibe alîkar, ji ber ku alîkarî psîkolojiya mirovan baş dike."   ‘Çarenûsa mirinê ji xwe re qebûlnekin’   Tolîn tedbîrên ku di karantînê de girtine wiha anî ziman: "Ji tedbîrên ku di karantînayê de tên girtin, ew e ku tiştên avê gelek bên vexwarin. Divê tiştên kesayetî bi tu awayî bi kesên din re neyên parvekirin. Têsta min ya herî dawiyê nêgetîf derket, lê hîn jî di bin kontrole de me. Ez dixwazim morale her nexweşekî bilind be û çarenûsa mirinê ji xwe re qebûlnekê.”