‘Dijmin dixwaze di şexsê jinê de şoreşê tune bike’ 2020-08-26 09:01:11   Sara Şêx Hesen   HELEB - Rêveberiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid li ser kiriyarên li dijî jinê di herêmên dagirkirî de wiha got: “Armanc ji hedefgirtina jinê tunekirina hebûna wê ye, dijmin dixwaze di şexsê jinê de şoreşê û civakê tune bike. Em dixwazin ku zagonên cîhanî parastina mafê jinê bike.”   Ji roja ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Sipî dagir kiriye û heya roja me ya îro bi taybet li Efrînê hemû kiryarên binpêkirinê li ser civak û jinan dide meşandin. Di van demên dawiyê de bi sedan mirov ji aliye çeteyên dewleta tirk ve hatin revandin, hatin kuştin û bi tecawizê re rûbirû man. Bi hemû şêwazên êrîşan bi ser wan de diçin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid li ser kiryarên li dijî civak û bi taybet jinê di herêmên dagirkirî  de nêrîna xwe bi me re parve kir.   Di destpêka axaftina xwe de Leyla behsa aloziya li Sûriyeyê û rewşa jinan kir û got: "Di nava aloziya Sûriyeyê de ya ku herî zêde zirar dît jin bûn. Bi gîştî di aloziya Sûriyeyê de jin ket rewşeke pir zehmet de. Hemû cureyan êş û keleman dît. Zarokên wê li pêş çavên wê hat qetîlkirin, hatin windakirin û koçber bû. Hemû zor zehmetî li jinan hat ferzkirin."   'Serî li hemberî dagirkeran natewînin'   Leyla da zanîn ku li herêmên ku hatiye dagirkirin ji aliye dewleta tirk û komên girêdayî wê kiryarên dijmirovî li hemberî jinan tê kirin û wiha axivî: "Li Efrînê ji roja ku hatiye dagirkirin heya roja me ya îro her berdewamiya êrîşan li ser jinê heye. Dixwazin îrade û hebûna wê tune bikin, ji ber jina rojavayê Kurdistanê bi derketina şoreşê re ji cîhanê giştî re da îsbatkirin ku dikare li hember hêza her terorê parastina xwe û welatê xwe bike. Ji bo wê tirseke wan a pir mezin heye. Dixwazin jinê li gorî berjewendiyên xwe têxin nava xizmetê de û wê weke amûrekê bi kar bînin. Jin di vê demê de pir hatiye guhetirin zanebûnek li gel wê hatiye avakirin, ji bo wê serî ji dagirkeran re natewînin.”   ‘Dijmin dixwaze di şexsê jinê de civakê tune bike’   Di berdewamiya nirxandina xwe de Leyla bal kişand li ser kuştina jinan, hedefgirtina wan û wiha pê de çû: “Di van demên dawiyê de li herêmên dagirkirî mîna Serêkaniyê, Girê Sipî û taybet jî li Efrînê jin her roj tên qetîlkirin, revandin û bi tecawizê re rûbirû dimînin. Li vir xwestin carekî din vîna jina kurd bişkînin. Her wiha li Kobanê dema ku hersê jinên pêşeng hatin hedefgirtin di wir de jî xwestin jina ku ji bo azadiya xwe tevdigere bê vîn bihêle. Dijmin dixwaze bi hedefgirtina jinê şoreş û civakê tune bike. Lê jinê zêdetir rêxistina xwe xurt kir. Bi bilindkirina têkoşînê em ê bersîva dijiminan bidin.”   ‘Em dixwazin zagonên parastina jinan bikevin piratîkê de’   Di dawiyê de Leyla bang li hemû jinan kir ku xwedî li mafê xwe derkevin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê em jin hemû deste xwe bidin hev û li hember van hêzên desthilatdar yên ku li ser tunekirina azadiya jinê xebat dikin bisekinin. Bersîva van êrîşan bi karê xwe bidin. Her wiha em dixwazin zagonên parastina jinan bikevin piratîkê de.”