ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'Î 2020-08-26 09:00:00   * Rêveberiya Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalid li ser kiriyarên li dijî jinê di herêmên dagirkirî de wiha got: “Armanc ji hedefgirtina jinê tunekirina hebûna wê ye, dijmin dixwaze di şexsê jinê de şoreşê û civakê tune bike. Em dixwazin ku zagonên cîhanî parastina mafê jinê bike.” BI DÎMEN    *Xedîce Ferhan a ku mala nanê tenûrê bi kedeke mezin vekir, diyar kir ku wê li ser biryara Xweseriya Demokratîk û ji bo şêniyên taxê bi hêsanî ji xwe re nan peyda bikin mala xwe ya tenûrê negitiye. DÎMEN HEYE   *Jinên ku bi vîrûsa koranayê ketine û niha rewşa wan baş e bang li gel kirin û gotin: "Li hemberî vîrûsê baldar bin û ev vîrûs bi xeter e. Xwe û malbata xwe biparêz in. Tu carî xemsar nêzî vîrûsê nebin." BI DÎMEN   *Pirofîsora Têkiliyên Navneteweyî Îman Zehran derbar danûsitandinên nû yên civîna Cinevreyê de got: “Nebeşarbûna kurdan û nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserkirina kirîza Sûriyê bi derengî dixe û kûrtir dike." DÎMEN HEYE    *Hevseroka MEBYA-DER Gulistan Onver diyar kir ku destûr nayê dayîn cenazeyên PKK’iyan li mizgeft an jî nexweşxaneyan bê şûştin û got: “Bi polîtîkayên zext û tirsê hewl didin mirovan ji nirxên wan dûr bixin. Bê rêzdariya li hember cenazeyan nayê qebûlkirin.” BI DÎMEN   *Di bin siya şewba kornoyê û qeyrana aborî de jin kar û barên amadekariya zivistanê dikin. Jinên ku bi sebze amadekariya zivistanê dikin dibêjin çiqas rewşa aborî nebaş jî be sebzeyê amade dikin jiyana wan hêsan dike. Jinan diyar kir ku vê salê qeyrana aborî bandora xwe li ser sebzeyê ku her sal bi erzanî distendin jî kiriye û gotin ku vê salê sebze gelek biha ye. DÎMEN HEYE   *Welatiyan bertek nîşanê xebatên rantê ku di bin navê 'restorasyonê' de li Sûra Amedê tên kirin an û gotin: “Dixwazin paşeroja me paqij bikin. Nirxên me vediguherin rantê, em li dijî vê ne.” DÎMEN HEYE   *Ayşe Hîlal Durmaz, mêrê bi navê A yê li ser telefon û medyaya civakî ew tacîz kiribûn bi hevalên xwe yên malê re re ew teşhîr kir û diyar kir ku divê gumanbar demildest derkeve pêşberî darazê. BI DÎMEN