'Em di kesayeta Îpekê de sonda xwe ya berxwedanê nû dikin' 2020-08-26 08:37:49   Q0AMIŞLO - TJC'ê li bajarê Dêrîkê derbarê Îpek Er ku li bajarê Êlihê ji aliyê Çawişê pispor Musa Orhan ve bi tecawîzê re rûbirû ma û hewl dawî li jiyana xwe bîne ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da de daxûyanî dan. Jinên ciwan diyar kirin ku ew di kesayeta îpekê de sonda xwe ya berxwedanê nû dikin.   Tevgera Jinên Ciwan (TJC) a bajarê dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê derbarî Îpek Er ku li bajarê Êlihê ji aliyê Çawişê pispor ê bi navê Musa Orhan ve bi tecawîzê re rûbirû ma û hewil da întîxar bike ku li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyaniya ku bi dehan jinên ciwan tevli bûn ji aliyê endama TJC'ê Azê Berçem ve hat xwendin.   Azê di daxuyaniyê de êrîş û tundiya li ser jinan şermezar kir û wiha got: "Em bi navê Jinên Ciwan êrîş û kiryarên li ser jinê bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker bi êrîşa xwe ya li dijî jinan dixwaze îrade û hebûna jinan tune bihesibîne. Ji ber wê di hemû aliyan şerê qirkirinê li ser Gelê Kurd dide meşandin. Jina ciwan Îpek ji aliyê leşkerên dewleta tirk a dagirker ve bi tecawîzê re  rûbirû ma. Dewleta tirk xwest di şexsê Îpekê de îradeya jina kurd a azad bişkîne, lê em wek jinên ciwan dibêjin nasnameya jina azad nayê tunekirin. Em di kesayeta Îpekê de sonda berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dagirker û desthilatdaran nû dikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi şewitandina wêneyên kesên tecawîzkar bi dawî bû.