Nobeda ji Ocalan re azadî vê hefteyê jinên SMJÊ dewer girtin 2020-08-25 09:21:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Nobedarên hefteya 427'an a 'Nobeda ji Ocalan re azadî) ji aliyê jinên SMJÊ ve dewr hat girtin. Jinên ku nobet dewer girtin ji bo xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bang kirin.    Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê tê lidarxistin, vê hefteyê ji aliyê endamên Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ve dewer hat girtin. Nûrê Alkiş, Zero Al, Cîhan Hewran, Fîkriye Ferho û Gule Kûrt nobeda vê hefteyê ji nobedarên hefteya derbasbûyî yên ji bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê dewr girtin.   Li dijî qirkirinê yekitî divê   Fîkriye Ferho li ser navê komê axivî û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên qirkirinê divê kurd bibin yek. Fikriye anî ziman êrîşên tên kirin ne tenê li dijî kurdên êzidî, li dijî hemû kurdan e û Fermana 74'an li dijî hemû kurdan pêk hatiye. Fîkriyeyê destnîşan kir ku bi helwesteke hevpar ew dikarin li ber zîhniyeta tunekirinê rabin. Fîkriye Ferho bal kişand ser zilm, sirgûn û komkujiyên ku li Gelê Kurd tên ferzkirin û wiha berdewam kir, "Li dijî bangên Rêberê me yên ji bo jiyaneke bi aştiyane, her roj bi êşkence û zilmê bersivê didin." Fîkriye anî ziman ku herî zêde divê dayik li ber polîtîkayên komkujiyê rabin û got, "Dem hatiye ku gelê Kurd xwedî li Rêberê xwe û şehîdên xwe derkevin."   Bang li Konseya Ewropa û CPT'ê hat kirin   Jinên ji SMJÊ bang li Konseya Ewropayê û Saziya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hat ragihandin  ku bêdengiya li pêşberî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê wateya hevkariya sûcê polîtîkayên komkujiya jinan. Herwiha endamên SMJÊ destnîşan kirin ku azadiya Rêberê PKK''ê Abdullah Ocalan misogeriya jiyana aştiyane, azad û bi hev re ya gelên li Rojhilata Navîn hemûyan e.   Saziyên jinan serdana nobetê dikin   Nobeda 'Azadî ji Ocalan' re ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan di 25'ê Hezîrana 2012'an de dest pê kiribû. Heta niha bi sedan endam û rêveberên saziyên kurdan ên li Ewropayê tevlî çalakiyê bûne û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebitîne. Di nava 427 hefteyan de nêzî 2 hezar kes tevlî nobedê bûn ku piraniya komên beşdar ji jinan pêk dihatin. Saziyên jinên Kurd her wiha bi komên xwe yên xweser jî tevlî çalakiyê bûn.