Ji bo koxuşa 11 kesî xwarina têrî 3 kesî tê dayîn 2020-08-25 09:08:00   EDENE - Girtiyên li girtîgeha Jinan a Tarsusê diyar kirin ku ji bo koxuşa 11 kesî xwarina ji bo 3 kesî tê dayîn û banga hestiyariyê kirin.   Girtiyên Girtîgeha Jinan a Tarsuê ku bi her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê bi hevdîtina telefonê ya bi malbatên xwe re binpêkirinên mafan yên li hember wan ragîhandin. Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê ji bo koxuşa ku 11 kes lê dimîne xwarineke têrî 3 kesan dike tê dayîn. Her wiha girtiyan bi lêv kir ku hevdîtinên telefonê yên heftane yên bi malbatan re jî bi awayekî kêfî hatiye guhertin.   ‘Dixwazin hevîtinên telefonan asteng bikin’   Xizma girtiyekê ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Berê hevdîtinên telefonê di heman saetê de dihatin kirin. Em malbat dihatin gel hev û kêm be jî me dengê hev dibihîst. Em rehet dibûn. Niha em seranserê rojê dipên û lêgerîn bela vela tên kirin.Ji ber vê jî ne pakêne ku em hemû seranserê rojê ligel hev bin. Pira caran xwişk û birayên hev nikarin bi hev re biaxivin. Ji xwe hevîtinên vekirî û girtî jî wisa zêde nayên kirin. Tenê di telefonê de em dengê hev dibihîzin. Li gorî vegotinên wan, wan rojan bertek nîşan dane û ser hildane. Yanî ev helwesta wan nebûna wê hevdîtinê telefonê jî nehatiba kirin.”   Xizma girtî daxuyakirin ku di koxuşekê de 11 girtî dimînin û tenê xwarina bi qasî 3 kesî tê dayîn û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan binpêkirina mafan naqede. Xwarin nayên dayîn, xarinên tên dayîn jî nayên xwarin. Dixwazin ji kantînan tiştekî bigirin. Ji ber pandemiyê qedeye. Girtiyên bertek nîşan didin jî rastî gotina gardiyanan ya ‘geber bin’ tên. Koxuş ji xwe nebaşin. Em vê hemûyî dizanin. Niha pirsgirêka xwarinê dijîn. Em dengê zarokên xwe bidin bihistin. Em li dijî vê dijhiqûqiyê têbikoşin.”