'Li hemberî hişmendiya mêr- dewletê pêwîste têbikoşin' 2020-08-25 09:04:43   Dilûcan Bozî   KOBANÊ - Endama Dîwana Edaletê ya Kantona Kobanê Rewşen Haçim û Endama Rêxistina Sara Fewze Henîfî nêrînên xwe derbarê mijara qetîlkirin, xwekuştin û tundiya li hemberî jinan de anîn ziman û gotin: "Ji ber sedema hişmendiya mêr-dewletê, kevneşopiyên feodal jin bi tundî û qetîlkirinê re rûbirû dimînn."   Di van demên dewiyê de qetîlkirin û xwekuştina jinan li herêma Firatê zêde bûye. Yekem sedema kuştina jinan polîtîkayên dewletan a ku li ser herêmê tê meşandin e. Li Herêma Firatê bi taybet dijminatiya jinan tê kirin û jin tên qetilkirin. Bajarê Kobanê ku bi çanda eşîrtî tê nasîn û xwedî feraseta kurdeweriye ye, di şoreşa Rojava de jî bajarê serhildan û berxwedanê tê nasîn. Ji ber van taybetmendiyên xwe dewleta tirk û hevkarên wê bi awayek zanebûn êrîşî çanda vî bajarî dikin.    Bi rêya qetîlkirina jinan hewildidin civakî têk bibin. Dema ku hişmendiya mêrê feodal û netew-dewletê dibe yek wê demê destihiladarî û tundiya li ser jinê zêde dike. Têkildarî vê mijarê Endama Dîwana Edaletê ya Kantona Kobanê Rewşen Haçim û Endama Rêxistina Sara yê a beşa tundiyê Fewze Henîfî ji ajansa me re axivîn.   'Edalet bi awayekî hevbeş tê meşandin'   Rewşen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zagonên edaletê û got: "Ev demeke jin tên kuştin û an jî dawî li jiyana xwe tînin. Sedemên van jî zextên malbat û civakî ye. Di heman demê de ji aliyê dewleta tirk şerekî psîkolojî li ser civakê tê meşandin û dixweze saziyên jin bike armanca êrîşên xwe. Ji ber van sedeman jin dawî li jiyana xwe tînin lê ev neçareseriye. Tu carî kuştin nabe çareserî. Di civakê de gelek zarok bi darê zorê û temen biçûk tên zewcandin, lê ev zarok di aliyê biyolojî de hin temam nebûne. Sedema ku em nikarin rê li pêşiya van pisgirêkan bigrin û çareseriyekê bibînin, mijara eşîran e û ev yek li pêşiya me dibe asteng. Lê dema ku kes sûcekî an jî jineke qetîlbike ev sûcdar li gor bûyer û dozê ceza lê tê birîn. Kesên ku destê wan di qetîlkirina jinan de hene niha di destê dadgehê de ne û li gor zagonên edaletê ceza li wan kesan tên birîn. Pêwîste hişyariyek di nava civakê de bê çêkirin ku êdî zarok bi temênê zaroktî neyên zewicandin û ji bo perwerdeya mêr qad divê bên vekirin."    'Pêwîstiya jinan bi parastinê heye'   Fewziye jî bal kişand zextên li hemberî jinan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hişmendiya desthilatdar ya baviksalarî zextên xwe li ser jinan zêde dike. Ev jî dibe sedem ku jin bi her cureyên tundiyê re rûbirû bên. Em wek Rêxistina Sara her roj di nava gel de ne, lê tevî wê jî jin rastî tundiyê tên. Rojane jin serlêdana saziya me dikin û pirsgirêkên xwe bi me re parvedikin. Em jî bi rêya nîqaşan pisgirêkên wan çareser dikin, lê hin pisgirêk hene bi rêya nîqaşan nayê çareserkirin. Ev dibe sedem ku pisgirêk hin mezintir bibe. Ev bûyerên qetîlkirinê bi rengekî zanebûn tên kirin. Ji ber ku roj bi roj hejmara qetîlkirina jinan zêde dibe. Ev plan bi rengekî rêxistinî tên kirin, raste bajarê Kobanê bi eşîrtî û feodalîzmê tê nasîn, lê bûyerên ku niha li bajar û gundan tên kirin. Ev gumanan dide çêkirin. Pirsgirêkên herî zêde ku di nava civakê de tên kirin zewaca temenê biçûk û zextên malbatên e. Ev jî dibe sedem ku rêjeya qetîlkirin û xwekuştinê zêdetir bibe û jin rastî tundiyê bên."