'Du xwîşk û bira bi hev re dîroka Ermeniyan diparêzin' 2020-08-25 09:02:16   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Neviyên Gelê Ermen yên ku di sala 1915-1917'an de ji aliyê împratoriya Osmaniyan rastî komkujiyê hatin, Dêsîl û Ardak îro hewldana parastina dîrok û hebûna xwe dikin û ji dagirkeran re dibin bersiveke herî xurt.   Ermen wekî hemû gelên Rojhilata Navîn rastî êrîş, komkujî, revandin, qetilkirin û bi gelek rê û rêbazan ji aliyê Împratoriya Osmaniyan li Bakurê Kurdistanê (Hekarî) û Iraqê (Nînwa), di salên 1915-1917'an de, bi îşkence û jenosîdê hatin e. Ermenên ku ji komkuyê filitîn li Sûriyê û taybet li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicih bûn. Îro neviyên Ermeniyan xwe bi rêxistin dikin. Tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan ku di salvegera 104'an a komkujiya Ermeniyan de ango du sal in hatiye avakirin û li eniyên Serêkaniyê û Til Temirê jî cih girtibûn. Di tabûrê de xwîşkek û birayê xwe ku ji navçeya Serêkaniyê ne û bi eslê xwe Ermen in, cih digrin. Têkildarî vê mijarê Dêsîl Hovîkyan û Ardak Hovîkyan, behsa meşa xwe û armancên xwe kirin.   Dêsîl wiha dest bi gotina xwe kir: "Bapîrê min ji komkujiyê filitî, wê demê 12 salî bû. Piştî ku hat Sûriyê li cem malbateke kurd bicih bû, hînî zimanê kurdî û erebî bû, wê demê got ku ew Ermen e û ji komkujiyê filitiye. Eger bapîrê me negotiba ku ew Ermen e, me yê kok û eslê xwe nas nekiriba. Piştre dema ku dizewice, zarok û nevî çêdibin serpêhatiya xwe û komkujiyê vedibêje, wê demê em têghiştin ku em kî ne û çima osmanî dixwazin me qir bikin. Ji malbata bapîrê min tenê ew mabû, yê din hemû bûn qurbanî."   'Jin kirin milkê destkeftiyên şer'    Dêsîl hovitiya osmaniyan di der heqê jinên Ermen de bibîr xist û wiha got: "Di şerê ku diqawimê de, di asta yekemîn de jinê hedef digrin. Jinan dikin milkê destkeftiyên şer û di kesayeta wê de dîrok û hebûna netewan qir dikin. Yên ku herî zêde hatin qetilkirin û tecawîzkirin jinên Ermen bûn. Osmaniyan li aliyekî din jî mêr qetil dikirin û jinê ji xwe re dibirin. Bi saxî zikê jinên ducanî diçirandin û zarok jê derdixistin. Armanc kêmkirina gelê Ermen bû."   'Îro xeyalê Şehîd Nûbar pêk tê'    Dêsîl da payîn ku wan di Tabûra Şehîd Nûbar de hebûna xwe diyar kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelê Ermen xwedî dîrok in, ji ber wê heya 2018'an jî ti tabûr bi navê ciwanên Ermen tune bû. Lê piştre Tabûr hat avakirin û wekî jin û ciwanên Ermen xwe birêxistin kirin û hîn bêtir xwe perwerde kirin û hebûna xwe îsbat kirin. Îro xeyalê Şehîd Nûbar di avakirina tabûreke ku ji jin û ciwanê Ermen pêk tê, bicih bû."   'Ermenên Serêkaniyê jî nefilitîn'    Dêsîl da xuya kirin ku êrîşa dewleta tirk li ser Serêkaniyê ne ji rêzê ye û wiha pêde çû: "Ermenên Serêkaniyê bi darê zorê hatin koçber kirin. Armanca dewleta tirk ku koka gelê ermen, kurd, ereb, çeçen û suryanî, ji ser xaka Serêkaniyê hilîne. Ermen li kuderê cîhanê hebe, dewleta tirk wan dike hedefa êrîşên xwe. Dêsîl peyamek ji dewleta tirk û jinên Ermen re rêkir. Bila dewleta tirk nas bike ku Ermen hene, ji berê bi hêztirin û rêxisitna xwe fireh dikin. Pêwîste jinên Ermen dîroka komkujiyan ji bîr nekin."   'Ne tenê xwîşk hevrêya min e jî'   Ardak birayê Dêsîl jî derbarê hevrêtiya xwe bi xwîşka xwe re ev yek anî ziman: "Ez hestekî pir xweş û cuda demê ku xwîşka xwe li kêleka xwe dibînim, hîs dikim. Em li mal bira û xwîşk li Tabûrê jî hevalên hev in. Em her tim bi hev re perwerdê xwe dibînin û karê rêxistinî û leşkerî dikin. Em di rêyekê de dimeşin, armanca me jî yek e. Ne tenê xwîşk hevrêya min e jî. Em ê bi hev re dîroka gelê resen yê vê axê ji dagirkeriyê biparêzin."