ROJEVA 25'YÊ TEBAXA 2020'Î 2020-08-25 09:00:00   * Jina bi navê Esmehan Ebdo a 46 salî ji Herêma Efrînê ye û ji xwe re xwaringehek vekeriye, derbarê xebatê xwe de wiha dibêjê: "Beriya şoreşa Rojava karkirina jinê li derve ji me re şerm bû. Di bazarê de min xwaringehek biçûk ji xwe re vekiriye û jê aboriya xwe xurt dikim." BI DÎMÊN    *Neviyên Gelê Ermen yên ku di sala 1915-1917'an de ji aliyê împratoriya Osmaniyan rastî komkujiyê hatin, Dêsîl û Ardak îro hewldana parastina dîrok û hebûna xwe dikin û ji dagirkeran re dibin bersiveke herî xurt. BI DÎMEN    *Li dijî dagirkerî, topbaran û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê, îro jî şêniyên gundê Um El-Kêf li ber tunebûna ave jî li ber xwe didin û dibêjin ku qutkirina ava stasyona Elok dikeve rêza sûcên şer. BI DÎMEN    *- Endama Dîwana Edaletê ya Kantona Kobanê Rewşen Haçim û Endama Rêxistina Sara Fewze Henîfî nêrînên xwe derbarê mijara qetîlkirin, xwekuştin û tundiya li hemberî jinan de anîn ziman û gotin: "Ji ber sedema hişmendiya mêr-dewletê, kevneşopiyên feodal jin bi tundî û qetîlkirinê re rûbirû dimînn." BI DÎMEN   *Endama Komîna Avrîn a Sînama û Endama Komîteya Temaşekirinê ya Mîhrîcana Lêlûn, Zîlan Silêman amadekarî û armanca li dar xistina Mîhrîcanê anî ziman û got: "Li gel rewşa penabertiyê em mîhrîcaneke di asta cîhanî de li dar dixin, ev ji bo me gavek gelek girînge. Bi vê mîhrîcanê em ê berxwedana Efrînê carek din ji cîhanê re ragihînin." DÎMEN HEYE    *Mercan Fîndan ya li Bazara Taxê ya Jiyan bû xwediyê kar, bi pereyê ji vir tê zarokên xwe dinêre. Mercan wiha dibêje: “Ez beyî hewcedarê mêr bim, nan dibim mala xwe.” BI DÎMEN   * Bendavê li ser Geliyê Zîlanê tê çêkirin cureyên nebatên tune dike, kalyon jî heybeta xwe ya berê winda dikin. BI DÎMEN    *Girtiyên li girtîgeha Jinan a Tarsusê diyar kirin ku ji bo koxuşa 11 kesî xwarina ji bo 3 kesî tê dayîn û banga hestiyariyê kirin.