Meclîsa Malbatên şehîdan kiryarên dewleta tirk şermezar kirin 2020-08-24 14:10:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina helwesta dewleta tirk a li dijî goristanên pakrewanan li herêmên dagirkirî, li Tiltemir, Hesekê Dêrikê û Kobanê û herî dawî jî li Serêkaniyê Meclîsa Malbatên şehîdan daxuyanî da.   Ji roja dagirkirina Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hain dagirkirin heta niha kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî gelê herêmê ranewestiyan e. Dewleta tirk vê carê jî berê xwe da Goristanên pakrewanan. Leşkerên tirk û komên girêdayî wan goristan dagir kirin û ji xwe re kirine wekî baregehên leşkerî. Herwiha herî dawî jî berê xwe dan goristana pakrewanan a Serêkaniyê. Têkildarî van pêkanînan Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Cizîrê li tevahî bajarên herêmê daxuyanî da.    'Destdirêjî li dijî nirxên civakê ye'   Bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî goristana pakrewanên Serêkaniyê Meclîsa Malbatên şehîdan li Tiltemirê daxuyanî da û pêkanîn şermezar kirin.  Daxuyaniya ku bi beşdarbûna bi dehan ji malbat, hevjînên pakrewanan û endamên meclîsê hat dayin, ji aliyê Endama Meclîsê Minawir Dawid ve hat xwendin.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Dewleta tirk a dagirker li pêşiya çavê mirovahiyê, hemû biryarên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan bin pê dike.  Kiryarên xwe yên li dijî gelê herêmê li dijî avakirina welatekî azad didomîne.  Li tu deverên cîhanê û di nava rûpelên dîrokê de ji derveyî dewleta tirk  ku destdirêjî goristanên şehîdan dike,tune ye. Kiryarên ku îro dewleta tirk û çeteyên wê dike ji  kiryarên DAIŞ’ê ne dûr in. Di sedsala dawî de êrîş û komkujiyên ku li ser Gelê Kurdistanê  pêk tên,zêde bûne.  Em bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextan li dewleta tirk bikin. Destdirêjiya li goristanên şehîdan destdirêjiya li nirxên civakê ye."   Daxuyanî bi dirûşma “ şehîd namirin” bi dawî bû.   'Em vê bêdengiyê şermezar dikin'   Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê kiryarên dewleta tirk li ser nirxên pîroz yên civakê goristanên pakrewanan bi daxuyaniyê şermezar kir. Daxuyanî li ber Meclîsa Malbatên şehîdan a taxa Til Hecerê bi beşdarbûna bi dehan ji endamên meclîsê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebd El- Rezaq Mihemd ve hate xwendin û wiha hat gotin: "Li ber çavê tevahî cîhanê qanûnên navneteweyî li ser erda me bin pê dike.  Di dîrokê de tu sîstem bi vî rêbazê qirêj li dijî nirxê gelan bi bikar anayinin. Em wekî Meclîsa Malbatê şehîdan bêdengiya dewletên navnetewî li hember van kiryarên qirêj şermezar dikin. ”   Daxuyanî bi dirûşmeya”Şehîd namirin” bi dawî bû.   Li Dêrikê jî daxuyanî   Meclîsa Malbatên şehîdan a bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişlo derbarê êrîşên li ser goristanan daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk a faşîst û bi alîkariya MHP’ê û AKP’ê li pêşiya çavên hemû cîhanê bi hemû  êrîşî gelê me û axa me dike.  Herwiha niha jî êrîşî goristanên pakrewanên me dikin.  Em bi tundî van kiryaran şermear dikin.  Em dixwazin ku hemû rêxistinên mirovî bi rengekî lezgîn rê li ber van kiryaran bigrin.”     Daxuyanî bi dirûşma”şehîd namirin” bi dawî bû   Li Kobanê êrîş hatin şermezarkirin   Di van demên dawiyê de dewleta tirk û çeteyên wê goristana pakrewanên Serêkaniyê ji xwe re kirine baregehên leşkerî, ev yek nerazîbûneke mezin di nava gelê herêmê de da çêkirin. Têkildarî vê yekê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê daxuyanî da û got: ”Di 9´ê Cotmehê de dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kirin.  Bi dagirkirinê re dest bi kiryarên dijmirovî, bê exlaqî û koçberkirinê jî kirin. Pêwist e her mirovekî welatparêz destekê bide malbatên van şîdan û bang li rêxistinên navneteweyî  bikin ku dewleta tirk van kiryaran bide rawestandin.”   Daxuyanî bi dirûşma”şehîd namirin”bi dawî bû.