Li Cizîrê jinek bi tundiyê re rûbirû ma 2020-08-24 12:41:39   ŞIRNEX - Li Cizîrê mêrê bi navê Bîlal Dîrî li jina bi navê M.D. ku pê re hat zewicandin tundî kir.   Li Cizîra Şirnexê Mêrê bi navê Bîlal Dîrî li jina bi navê M.D. ku pê re hati zewicandin tundî kir. M.D. ya bi tundiyê re rûbirû ma  ji ber tundiya lê hat kirin çû Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û rapora ku tundî lê hatiye kirin girt û derbarê Bîlal Dîrî de serlêdana sûc kir.   Her wiha Bîlal Dîrî yê ku li M.D. tundî kir hat diyarkirin ku xwediyê mexaza Cemoyê ya Cizîrê ye.