'Bi biryarên Rêvberiya Xweser em ê vîrusê tê bibin' 2020-08-24 09:02:12   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêvebera Bîroya Jinê ya Şaredariya Bajarê Dêrikê Ayşe Izedîn li ser kampanya duyem a ji bo çêkirina rûpoşan got: "Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê li hemû bajaran, me dest bi kampanyaya duyem a çêkirina rûpoşan kir, em ji bo hemû alîkariyan em amade ne û bi biryarên Rêveberiya Xweser em ê vîrusê têk bibin."   Piştî belavbûna vîrusa korona li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan kes bi vîrusê ketine û bi dehan jî jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Xweser ji bo ku vîrus zêdetir belav nebe biryarên girîn girtin. Di çarçoveya van xebatan de li gelek dirûnxaneyn dest bi çêkirina rûpoşan hat kirin. Yek ji wan dirûnxaneyan jî dirûnxaneya bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê ye. Bi pêşengtiya Bîroya Jinê ya Şarêdariya Bajarê Dêrîkê karmendan dest bi çêkirina rûpoşan kirin. Têkîldarî mijarê Rêvebera Bîroya Jinê ya Şarêdariya bajarê Dêrîkê Ayşe Îzedîn nirxandin kir.    'Me dest bi kampanya duyem kiriye'   Ayşe di destpêka axaftina xwe de balkişand ser kampanyaya duyem û wiha got: "Em ji bo tenduristiyê herdem amade ne. Me di kampanyaya yekem de 12 hezar rûpoş li dirûnxaneyê amade kirin. Piştî ku vîrûsa koronayê li herêmên me belav bû me jî wek biroya jinê di şaredariyê de dest bi kampanyaya duyem kir û em rûpoşan didûrin. Erka me ew e ku em di hemû waran de alîkariya Rêveberiya Xweser bikin ku barê wan jî sivik bibe."   'Em biryarên Rêberiya Xweser pêk bînin'   Ayşe di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew li dirûnxaneyê bîryarên Rêveberiya Xweser pêk tînin û wiha domand: "Em di karê xwe de bê rûpoş û lepik kar nakin. Her wiha em bêyî ku nêzî hev rûnên karê xwe dikin. Ji ber xeteriya vîrûsa koronayê me hêjmara karmendan kêm kiriye. Di heman demê de 4 jin di dirûnxaneyê de kar dikin 3 ji wan rûpoşan didûrûn û 1 jî fesala rûpoşan dike. Em ê bi bîryarên Rêveberiya Xweser civaka xwe ji vê şewbê biparêzin."    'Em rojê de 300 rûpoşan amade dikin'   Ayşeyê herî dawî da zanîn ku ew di rojê de 300 rûpoşan amade dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em di rojê de nêzî 300 rûpoşan didûrin. Her wiha dan û standin di navbera me û Heyva Sor a kurd de heye, em rûpoşên ku amade dikin ji wan re rê dikin, ew jî bi erka xwe radibin û rûpoşan dezefengte dikin û cardin ji me re dişînin. Em jî li gor pêwistiyan van rûpoşan  belav dikin. Her wiha em rûpoşan ji hêzên ewlekarî û karmendên şaredariyê re tenê didûrin. Ji ber karmendên şaredariyê û hêzên ewlekariyê herdem di nava kar de ne û pêwistiya wan zêdetir bi rûpoşan heye. Daxwaza me ew e ku gelê me li hember şewba vîrûsê baldar bin û bê rûpoş û lepik tevnegerin. Ger em bîryarên Rêveberiya Xweser pêk bînin, em ê şewba vîrûsê sinordar bikin."