Sozdar Ehmed: Li Hesekê 25 bîr hatin aktîfkirin 2020-08-24 09:01:14   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Hevseroka Midûriyeta Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed teqez kir ku dê di demek nêz de av bighêje bajarê Hesekê û got: " Heta niha di çarçoveya projeya  Stasyona Heme de 25 bîr hatin aktîfkirin."   Ji despêka dagirkerina bajarê Serêkaniyê di 9'ê Cotmehê de, dewleta tirk û komên girêdayî wê cara 8'emîn e ku  ava stasyona Elokê ji ser Kantona Hesekê qut kirine. Zêdetirî 17 rojin e ku av dîsa ji ser Kantona Hesekê hatiye qutkirin. Ji bo rê li ber qeyrana avê were girtin Midûriyeta Avê ya Kantona Hesekê di 20'ê Tebaxê de Stasyona Heme wekî projeyek alternatîf ji stasyona Elok re bi kar tîne. Di stasyonê de 50 bîr hene û ji van bîran 25 jê hatine aktîfkirin û 25’ên din jî xebata ji bo ku bên aktîfkirin berdewam dike ku di demeke nêz de ew jî bên aktîfkirin. Têkîldarî mijarê Hevseroka Midûriyeta Avê a Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ajnasa me re nirandin kir.    'Pêkaneke dijîmirovî ye'   Sozda pilanên dewleta tirk li ser şêniyên Hesekê bi tund şermezar kirin û wiha got: "Ji dema dewleta tirk stasyona Elokê dagir kiriye, şêniyên Kantona Hesekê bi krîza avê re rû bi rû man. Em niha di rewşek wiha de ne ku pêwistî gelek zêde bi paqijiyê heye, ji ber vîrûsa korona li herêmên me belav bûye. Lê dewleta tirk  cara 8'an e ku ji ser şêniyên bajêr avê qut dike. Dewleta tirk pêkanînên dijmirovî ku dixwaze şêniyên Kantona Hesekê ji tîna bifetisîne dide meşandin."   'Dewletên navneteweyî li hember mafê mirovan xemsar in'    Sozdar di dewama axaftina xwe de nêzîkatiyên dewletên navneteweyî rexne kir û wiha domand: "Ji bilî komkujiyên ku dewleta tirk li ser sivîlan pêk anîn vê carê jî di rewşeke ku herî zêde pêdivî bi avê heye av ji ser şêniyên Hesekê qut kir. Dewleta tirk bi zanebûn dixwaze ku van şêniyan bi her awayî ji jiyanê qut bike. Li hember van hemû kiryaran dewletên navneteweyî bêdeng mane û xemsar in.  Em bêdengiya wan bi tundî şermezar dikin. Pêwiste bi çavekî mirovî li şêniyên Hesekê were nêrîn."   '25 bîr di stasyona Heme de ketin xizmetê'   Sozdarê diyar kir ku di projeya avê de 25 bîr ketin xizmeta şêniyên Hesekê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev bû demek em di projeya Hemeyê de kar dikin ku em rê li ber qeyrana avê bigirin. Niha 25 bîr ketin xizmeta şêniyan û em hemû depoyên avê dadigirin. Em hewildidin di demek nêz de 25 bîrên din jî aktîf bikin û bikin xizmeta şêniyên Hesekê. Her wiha daxwaza me ya herî mezin jî ew e ku em gel ji qeyrana avê rizgar bikin û di vê qonaxa hesas de li hember vîrûsa koronayê têbikoşin."     'Bi rihê alîkarî û jiyana komînal tevbigerin'   Sozdar herî dawî bang li şêniyên Heskê ku alikariya hev bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bang li şêniyên Hesekê dikin ku ger kesek avê buha bifiroşe bila serdana midûriyeta avê bikin. Em niha di rewşek xeter re derbas  dibin û pêdivî gelek bi avê heye."