Pêngava ‘Serhildana jinên ciwan tolhildan e’ dest pê kir 2020-08-23 17:05:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê bi daxuyaniyeke ku da Pêngava ‘Serhildana jinên ciwan tolhildan e’ da destpêkirin   Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê ji bo mezinkirina têkoşîna jinên ciwan bi daxuyaniyekê destpêkirina pêngava ‘Serhildana jinên ciwan tolhildan e’ ragihand.   Endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a bajarê Minbicê Emîne Osman daxuyanî bi tevlêbûna endamên meclisê, Meclisa Jinan û Meclisa Ciwanan li Stadyûma Beledî ya bajêr xwend. Emîne destnîşan kir ku armanca pêngavê, mezinkirina têkoşîna jina ciwan a li dijî êrişên li ser jinan û zanakirina civakê ye.