Jina Ezidî ku ji DAIŞ’ê rizgar bû PDK'ê ew girt 2020-08-23 15:30:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Êzidî ya Şengalê piştrast kir ku asayîşa PDK’ê jina ciwan a êzidî ya bi navê Hele Mihlo Refo ku ji DAIŞ`ê hatibû rizgarkirin, bêyî ku sedemên girtinê diyar bike, avêtiye zindanê.   Di demên dawîn de nûçeyên girêdayî girtina jina ciwan a êzidî ya bi navê Hele Mihlo Refo bi destê asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) belav bûn. Hele Mihlo Refo di 2018`an de ji hêla hêzên Iraqê ve ji destê çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.   Çavkaniyan bi bîr xistin ku hêzên Iraqê jina ciwan Hele Mihlo Refo (24) radestî rayedarên Hewlêrê li başûrê Kurdistanê kirine. Lê hêzên herêma Kurdistanê jina ciwan ji wê deme de di zinadenê de digirin. Hinek çavkanî îdia dikin ku jina ciwan di girtîgeha jinan a li Hewlêrê de tê ragirtin.   Endama Rêveber a Komeleya Jinên Êzidî ya Şengalê Ferîda Şengalî destnîşan kir ku hêzên Iraqê Hele Mihlo û gelek malbatên din li Mûsilê di 2018`an de rizgar kirin û radestî PDK`ê kirine. Ferîda diyar kir ku hin kes dibejin ku wê PDK jina ciwan li beramberî serbestberdana du mêran li Mûsilê radestî DAIŞ`ê bike.   Ferîda wiha domand: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi sedan jinên êzidî rizgar kirin û radestî malbatên wan li Şengalê kirin. Gelo sûcê jina ciwan çi ye? Çima desthilatdarên Başûr ew girti ne?”   Hele Meklo kî ye?   Jina ciwan Hele Mihlo Refo li gundê Kora Evdo yê li başûrê Şengalê di 1997`an de ji dayik bûye. Di êrişên DAIŞ`ê de yên li dijî Şengalê di 3`yê Tebaxa 2014`an de bi malbata xwe re tevî bi hezaran jin û zarokên êzidî hate revandin.