Li Wanê ji ber barana zêde av ket malan 2020-08-23 14:16:14   WAN - Li taxa Emînpaşa ya Artemêtê ji ber barana zêde ku bariya ava çemê di nava ataxê re diçû zêde bû û, gelek mal di binê avê de man û gelek sewal jî mirar bûn.    Tuh êvarê li taxa Emînpaşa ya Artemêta Wanê ji ber barana zêde ku bariya av rabû. Ji ber ava rabû ava çemê di nava taxê re derbas dibû jî zêde bû û  di ser çû. Aava çemê ku di ser çû gelek mal û axur di binê avê de hiştin. Ji ber axurê ku di binê avê de man gelek sewal mirar bûn. Welatî saet di 03.00'an de li gel baranê ji malên xwe derketin û sewalên xwe yê mirî û yên mayî ji nava avê derxistin. Herwiha welatî mecbûr man ku ava ket malên wan bi saetan bi derfetên xwe derbixin.   Serê sibehê ekîbên AFAT'ê sewkî taxa ku gelek sewal lê mirar bûn hatin kirin.