Gulîstanê ji çi re şahidî kiriye? 2020-08-23 09:12:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Xuşka Gulîstan Doku ya ku 231 roj e jê agahî nayê girtin Aygul Doku, diyar kir ku gûmanbar Zaynal Abakarov di şeva ku Gulîstanê winda bûye de jê re di peyama  şandiye de gotiye, "Ew mabû ku hemû planên dayika min ji rûyê te têk biçûna, li malê tiştekî gelek xirab pêk hat" û pirsa gelo Gulîstanê bûye şahidê çi? kir.   Ji Gulîstan Doku ya xwendekara Zanîngeha Munzurê ku di 5'ê Çileyê de winda ye 232 roj e tu agahî nayê girtin. Lêgerîna li nava Gola Uzunçayirê ku herî dawî Gulîstan Doku li ser hatibû dîtin jî di 18'ê Tebaxê de hat bidawîkirin.   Xuşka Gulîstanê Aygul Doku ku li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê lê gerîna Gulîstanê de axivî diyar kir ku li gel delîlan ku Zaynal Abakarov gûmanbarê sereke ye jî çima nayê girtin û darizandin.   'Hîna kesekî bersiva pirsa me nedaye'    Aygulê bal kişand ser peyamên herî dawî yên di nabara xuşka xwe û Zaynal Abakarov de û got, "Îro roja 231'emîn a tunebûna Gulstanê ye. Gulîstanê di 5'ê Çileyê saet di 0030'î de peyama 'ez ditirsim' ji Zynal Abakarov re dişîne, ew jî ji Gulîstanê re dibêje, 'Heta ku tu vê nekî bi min re neaxive', gela wê Gulîstanê çi bikira?  tu kesî bersiva vê pirsê neda me. An jî wê şevê li wê malê çi bû ku Zaynal Abakarove ji gulîstanê re peyama ' ew mabû ku hemû planên dayika min ji rûyê te serobino bibûna û li malê titşekî gelek xirab bû'. Wê şevê çi bû gelo û planên dayika wî çi bûn ku serobino bûne. Gelo Gulîstanê ji çi re şahidî kir. Ev peyam hemû qeydkirî ne. Mirovên zanist dibînin ku Zayna Abrakov Gulîstanê tehdît kiriye û xwe rakişandiye.  Lê hîna jî Zaynal Aakarov nayê darizandin û lêpirsînkirin."   Gelo wê Gulîstanê ji hewa de bê xwarê?    Aygulê di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku li gel xuşka wê întîhar nekiriye lêgerîn li ser Gola Bendava Uzunçayirê hatiye kirin û wiha berdewam kir, "Dibe ku ew Zaynal Abakrov sûcdar nebînin. Em li kujer nagerin û em li keça xwe digerin. Bila derbarê keça me de agahiyekê bidin. Em dibêjin bila Zaynal bê darizandin, herkes dibêje di destê me de delîl tune ye. Gelo wê Gulîstanê ji hewa de bê xwarê?."