Jinên Eşîra El-On: QSD bi tevlîbûna zarokên me ava bû 2020-08-23 09:04:27   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên ji Eşîra El-On li dijî hewildanên avakirina nakokiyên di navbera hêzên QSD'ê û gel de wiha gotin: "Em rastiya şervanên xwe yên QSD'ê baş nasdikin. Heza QSD'ê bi tevlîbûna zarokên me ava bûye. Ew parastina me dikin. Ji ber vê em nayên xapandin."   Li hemberî pergala ku tê xwestin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê avakirin her tim bi lîstîk, plan û seneryoyên qerêj re rûbirû dimînin. Wekî li Dêrezorê di encama planekî qirêj de di navbera gelê Dêrezorê û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) aloziyek derket û bû sedema qetîlkirina şêxê eşîran. Lê belê piştre hat aşkerakirin ku şervanên QSD'ê di vê bûyerê de bê sûc in û hêzên QSD'ê îstixbaratên ku bûne sedema aloziyê girtine. Hat diyarkirina ku Rêjîma BAAS bi alîkariya MÎT'ê dixwazin di navbera eşîrên Dêrezorê û QSD'ê de şer derxin. Ji ber ku planên paşverû bi ser neketin ereban li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ya bi QSD'ê re careke din teqezkirin. Têkildarî mijarê jinên ji Eşîra El-On li dijî hewildanên avakirina nakokiyên di navbera hêzên QSD'ê û gel de nêrînê xwe anî ziman.    'Hêza QSD'ê bi tevlîbûna zarokên me ava bûye'    Nayima Hisên Sayîd bertekên xwe li hemberi planên qirêj nîşan da û got: "Em di ferqa wan tevlîheviyan de ne,  loma jî em bi fitneyên hêzan bi bandor nabin. Ji ber ku ew dixwezin bi rêya têkbirina ewlehî û aramiya me berjewendiyên xwe bi dest bixin. Dewleta tirk alîgirên DAÎŞ'ê ye, loma herî zêde van hêzan weke amûra bi cih anîna planên xwe bi kar tîne. Her wiha Rêjîma BAAS jî heman tiştî dike. Ew jî dixwezin perçebûn û nakokiyan di navbera QSD'ê û hemû pêkhateyan de ava bikin. Lê bila her kes bizanibe ku QSD'ê bi tevlîbûna zarokên me ava bûye. Ew ne hêzeke biyanî ne, ji ber vê em ê her tim piştgiriya wan bikin."   `Em ji bilî şervanên QSD`ê tu hêzên din naxwazin`   Meryem Ebdî ku kurê wê Elî di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da ye, ser vê tevlîheviya ku rûdaye wiha nêrîna xwe anî ziman: "Em serbilindin ku zarokên me ne di oxira pere, wêran, talan û qetîlkirina mirovan de şehîd bûne. Berovajî wê ji bo rizgarkirina gelê xwe û parastina welatê xwe canê xwe feda kirin. Kurê min di nava hêzên QSD'ê de bû. Heger ne ji wan be hebûna me ya li ser vê axê wê tune ba. Hêzên QSD`ê dizî nekirine û malên kesî talan nekirine. Em hêza xwe baş nasdikin, loma tu kes nikare rastiyê li pêş çavên me reş bike. Dema ku em dihat kuştin û îşkecekirin her kesî çavên xwe girtibûn, lê piştî ku em rizgarbûn her kes zîrek bû û berê êrîşên xwe dane me. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pereyan û planên qirêj nayên kirîn û firotin. Em ji van tevlîheviyan mezintirin û em ji bilî şervanên QSD'ê tu hêzên cuda naxwazin."