Li Herêma Federal a Kurdistanê pêla binçavkirinê 2020-08-22 16:49:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Federal a Kurdistanê zexta li ser çapemenî û muxalîfan zêde dibe, di nava du mehan de 33 rojnameger û çalakvan hatin binçavkirin. Her wiha Tevgera Azadî jî daxwaznameyekî nerazîbûne pêşkeşî 36 konsolosxane û rêxistinên navneteweyî kir.    Li Herêma Federal a Kurdistanê di nava 2 mehên dawiyê de ji hêla asayîşa PDK’ê bi dehan çalakvan, muxalîf û rojnameger hatin binçavkirin. 2 meh in kesên ku hatine binçavkirin li benda darizandinê ne. Heya niha 33 çalakvanên civaka sivîl û rojnameger li Dihokê hatine binçavkirin û her wiha 5 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) hatine binçavkirin.   Nêrazîbûna gel a li hemberî qeyrana aborî, siyasî û xizmetê demek dirêje li bajaran zêde dibe. Ji bo bêdengkirina gel jî pêla binçavkirinê li herêmê hatiye destpêkirin. Her wiha welatiyên ku li dijî baregehên Tirkiyeyê derdikevin jî yekser tên binçavkirin.    Di çarçoveya  pêla binçavkirin û girtinên ji aliyê hêzên PDK’ê ve Dihok û Behdînan, li dijî rojnameger, muxalîf û azadîxwazan ve hatiye destpêkirin de, 5 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) jî hene. Yek jê jine. Rê nayê dayîn parêz û malbatên wan pêre hevdîtinê bikin. Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadî daxwaznameyek nerazîbûnê pêşkêşî 36 konsolosxane, nûnertî û rêxistinên navneteweyî kir.