'Rewşa Ebrû û Aytaç krîtîk e' 2020-08-22 15:30:08   ENQERE - Ji bo Ebrû Tîmîm û Aytaç Unsal, Rêxistinên hiqûq û tenduristiyê daxuyaniyekî hevpar dan û banga li Wezareta Dadê kirin û gotin: "Rewşa parêzeran krîtîke û di şert û mercên xirab de tên girtin. Dîsa parêzer dibin gefa ‘bi zorê mudaxileyî wan’ bikin de ne. Ev nêzîkatî ne hiqûqiye û dûrê danezanên hem neteweyî û hem jî navneteweyî ye."   Odeya Bijîşkan a Enqerê  (ATO), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî (SES) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi daxwaza darizandineke adîlane di rojiya mirinê de ne, daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniya hevpar de pankarta “Bila edalet pêk bê, Ebrû û Aytaç bijîn” hat vekirin.    Endama Desteya Rêveber a Odeya Bijîşkên Enqerê Ayşe Ûgûrlû, daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku ji bo jiyana parêzeran her saet û kêliya derbas dibe pir krîtîke.  Ayşe, da zanîn ku Saziya Tipa Edlî rapora ku nikarin di girtîgehê de bimînin da parêzeran û wiha got: “Ligel vê jî parêzer nehatin berdan. Rewşa parêzeran krîtîk e. Parêzer di şert û mercên xirab de tên girtin. Dîsa parêzer dibin gefa ‘bi zorê mudaxileyî wan’ bikin de ne. Ev nêzîkatî ne hiqûqiye û dûrê danezanên hem neteweyî û hem jî navneteweyî ye. Ev nayê qebûl kirin.”   Ayşe, destnîşan kir ku ger bi zorê mudaxileyî parêzeran bê kirin, wê encamên ne baş ên fîzîkî û giyanî rû bidin û wiha banga hestiyariyê kir: “Em bang li Wezareta Dadê dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Hem mafê darizandina adîlane û hem jî mafê tenduristiyê, mafên jiyanî ne. Li şûna ku hûn pêşiya van mafan bigirin, guh bidin vî dengî û erka xwe bi cih bînin.”