Şandeya HDP'ê li Kopê bi coşekî mezin hat pêşwazikirin 2020-08-22 14:49:35   MÛŞ - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya xwe di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de îro jî çûn navçeya Kopê ya Mûşê.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û şandeya xwe di çarçoveya qonaxa 3’yemîn a “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” de îro jî çûn navçeya Kopê ya Mûşê. Xelkê Kopê, Pervîn û şandeya ku çûn Kopê bi coşek mezin pêşwazî kirin.    Xelkê Kopê bi dirûşma “HDP gel e, gel liv ir e” şande pêşwazî kir. Her wiha bi dirûşmeyan tayînkirina qeyûman a şaredariya Kopê jî hat şermezarkirin. Pervîn li vir xelkê silav kir û pişt re derbasî avahiya partiya xwe bû. Piştî hevdîtina bi rêveberên partiya xwe re pêk anî, derbasî navenda Mûşê bû.