'Em dest ji pirsîna aqûbeta windayan bernadin' 2020-08-22 14:42:55   STENBOL - Çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê ji ber vîrûsa koronayê li ser medyaya civakî pêk hat û diyar kirin ku dê dest ji pirsîna aqûbeta windayan bernedin.    Dayikên Şemiyê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya lêgerîna edaletê di hefteya 804’an de berdewam kirin. Dayikên Şemiyê dîsa xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan ji ber şewba vîrûsê dîsa li ser medyaya civakî bi rêya vîdeo daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê heftê de, aqûbeta Mehmet Ertak ê di 18’ê tîrmeha 1992’yan de dema ji kar diçû malê hat binçavkirin û di binçavan de hat windakirin pirsîn û xwestin faîl bên cezakirin.    Dest pê kê hevjîna Mehmet Ertak Emîne Ertak axivî û wiha got: “Ez têkoşîna Dayikên Şemiyê silav dikim. Hevjînê min li Şirnexê hat binçavkirin û ji aliyê dewletê ve hat windakirin. Ev 28 sal in em li wî digerin. Em hestiyên xwe dixwazin. Ez dixwazim ku gorekê wî hebe. Da ku zarokên min biçin gora bavê xwe ziyaret bikin. Em ê tu carî dest ji lêgerîna Mehmet bernedin. Daxwaza me edalete. Bila gora hevjînê min hebe.”     Dûre kurê wî Servet Ertak jî bal kişand ser windakirin bavê xwe û wiha got: “Bavê min 28 sal in windaye û derbarê wî de tu agahiyekê me tuneye. Dayikên Şemiyê 804 heftene daxwaza xwe ya edalet û maf bi rêve dibin. Dayikên Şemiyê wijdana vê civakê ne. Divê em vê tu carî ji bîr nekin. Emê dest ji pirsîna aqûbeta windayên xwe bernedin.”    Piştre yek Umît Efe, daxuyaniya vê heftê xwend û têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê bibîr xist û çîroka Mehmet Ertak ê berî 28 salan dibin çavan de hat windakirin vegot. Umît diyar kir ku bavê 4 zarokan Mehmet Ertak ê 32 salî li gundê Rezuk a girêdayî Şirnexê dijiya û wiha got: “Ertak di kanekê komirê de dixebitî. Berê 2 caran hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran lêhatibûn kirin. Mehmet Ertak di 18’ê tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên di kanê de dixebitîn re, piştî kar vedigerin malê. Wesayîta wan li nuqteya kontrolê tê rawestandin û kontrola nasnameya wan tê kirin. Piştî kontrolakirina nasnameyê Mehmet Ertak tê binçavkirin û wî dibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ewlekariyê, girtekên binçavkirina Mehmet tên girtin. Lê dema ku malbat serî li ewlekariyê dide, ji malbatê re tê gotin ku ne dibin çavan deye.”    Umît, bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha pê de çû: “Bavê Mehmet Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji Mehmet nayê girtin. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bê encam dimînin. Dûre malbat serî li DMME’yê dide. Parêzerê malbatê Tahîr Elçî xwe amade dike ku li DMME’yê parastina Mehmet Ertak bike, lê polîs bi ser buroya wî de digirin û dest datînin ser dosyeya dozê. Tahîr Elçî yê wê demê tê binçavkirin rastî mûameleya xirab tê û tê îşkencekirin. Lê DMME’yê dîsa jî berpirsê mirina Mehmet Ertak hikûmet û dewlete dît û Tirkiye bi yek dengî mehkûm kir.”    Umît, dest nîşan kir ku ew ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê dest ji qada Galatasarayê bernedin.”