Li Qamişloyê jineke 62 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-08-22 13:44:09   QAMIŞLO - Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jineke 62 salî bi vîrûsa koroyanê li bajarê Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe hêjmara vîrûsa korona bilind dibe. Îro jî 47 kesên din li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine, niha hêjmara bi giştî 327. Îro jî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku jineke temenê wê 62 salî ji bajarê Qamişloyê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye. Niha hêjmara kesên ku bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane bû 18 kes.