Perîhan a hat gotin 'Întîxar kirye' bi şîdetê re rûbirû maye 2020-08-22 09:04:00   AGIRÎ - Mirina Perîhan Tekgul ku di girtekan de wekî întîxar cih girt, hat diyarkirin ku întîhar nekiriye bi şîdeta sîtematîk re rûbirû maye. Perîhan a ku malbata wê got, "pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene û tedawî dibû" hat aşkerakirin ku ji aliyê mêrê xwe jê berdabû ve bi salan bi şîdeta psîkolojîk û fîzîkî re rûbirû maye.    Bi giştî her ku diçe li Tirkiyeyê qirkirina jinan zêde dibe. Bi taybetî jî  li bajarên kurdan mirina jinan a bi gûman di rojeva jinan de ye.  Herwiha li Agiriyê jî di bin navê "Întîxarê"  de mirina bi guman a jinan zêde dibe û herî dawî di 13'yê tebaxê de jineke din bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dabû.  Perîhan Tekgul a ku hat îdakirin Întîxar kiriye, hat aşkerakirin ku ji aliyê du mêrên bi wan re hatiye zewicandin ve bi tundiya psîkolojîk û fîzîkîr re rûbirû maye.   Di hevdîtina ku me bi malbatê re kir de her çend ku me bersîvên pirsên xwe zelal negirtin jî em hîn bûn ku Perîhan a di 18 saliya xwe de ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin ve bi şîdeta sîtematîk re rûbirû maye. Malbatê diyar kir ku lawê Perîhanê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û ji vê jî Perîhan berpirs hatiye dîtin. Piştî qezaya ku pêk hatiye kesê ku Perîhanê pê re hatiye zewicandin doza hevberdanê vedike û dibêje ku ew êdî Perîhanê naxwaze. Lê malbata Perîhanê jî navbeynkariyê dike û dixwaze ku ji hev neqetin. Mêrê ku Perîhanê pê re hatiye zewicandin herî dawî Perîhan û keça wê ya 1 salî ji malê diqewirîne û dişîne mala malbata wê.     Li gel malbata xwe jî bi şîdetê re rûbirû dimîne   Perîhan vê carê jî ji aliyê malbata xwe ku li gel zaroka xwe dimîne ve bi şîdetê re rûbirû dimîne. Birayên Perîhanê dibêjin, "Pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hebûn û tu kesî nikaribû tiştek bikira." Hevdîtina me ya bi dayika wê re li ser israra me tê qebûlkirin.    Li mala ku Perîhanê jiyana xwe ji dest dabû dayika wê, xuşk û birayên wê û kesên hatine şînê hebûn. Dayika wê diyar kir ku Perîhanê di dema zewaca xwe de bi şîdtê re rûbirû maye.   'Ji ber tundiya lê hat kirin ber avêt'    Dayika wê diyar kir ku lawê Perîhanê berî bi 8 salan di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye, şîdeta lê hatiye kirin jî ji wê demê de berdewam kiriye û wiha berdewam kir, "Hevjînê wê ew û keça wê ji malê qewirandin. Îdia dikir ku lawê wî ji rûyê wan jiyana xwe ji dest daye. Ji cîranên Perîhanê yekê xwe gîhand me û got, 'Keça wê bi şîdetê re rûbirû dimîne, hûn çima nagirin cem xwe'.  Her roj bi sûcdariya ku lawê wê ji rûyê wê miriye tundî lê kiriye.  Perîhanê ji ber vê tundiyê carekê beravêtî bû.  Xezûrê Perîhanê milkê xwe li ser navê Perîhanê xistibû. Lê hevjînê wê tiştên li ser navê Perîhanê li ser kesekî li kargeha wî dixebitî dixe, ji bo ku nefaqa nede."   'Apê wê jî tundiya lê hat kirin piştrast kir'   Apê Perîhanê Cevdet Tekgul jî diyar kir ku Perîhanê di zewaca xwe ya duyemîn de jî bi şîdetê re rûbirû maye û got, "Mêrê pê re dizewice Perîhanê dibe gundê lê dimîne û Perîhan li wê jî ji aliyê malbat û hevjînê xwe ve bi şîdetê re rûbirû dimîne."