ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2020'Î 2020-08-22 09:00:00   *Edla Tahir li hember belavbûna vîrûsa koronayê tedbîrên xwe digre û li dijî krîza aboriyê jî alternatîfên xwe ava kiriye. Edla çandiniyê dike, nanê xwe dipêje û pezê xwe xwedî dike û tedbîrên ku girtine hewceyê derketana wê ya derve nake. BI DÎMEN    *Sînemavan Elîf Yîgît bal kişand ser rewşa jinê ya qada sînemayê û got: "Mamosteyên me ji me re digotin 'kamera karekî giran û karê mêran e, ne li gorî jinê ye!' bi vê nêzîkatiyê ez tevlî xebatên sînemayê bûm û min hewl dida ku ez kêmasiyan nekim. Lê min dît ku qada sînemayê qadekî têkoşînê ye." BI DÎMEN   *Dayika 2 şehîdan û hevjina Şehîd Mihemed Ayşe Gadro derbarê berxwedan û têkoşîna malbata xwe ji bo têkoşîna  azadiyê wiha got: "Ez bi şehadeta wan serbilind im, ez ê  têkoşîna wan dewam bikim û tucarî qebûl nakim ku axa welatê min were dagirkirin." BI DÎMEN E    *Mirina Perîhan Tekgul ku di girtekan de wekî întîxar cih girt, hat diyarkirin ku întîhar nekiriye bi şîdeta sîtematîk re rûbirû maye. Perîhan a ku malbata wê got, "pirsgirêkên wê yên psîkolojîk hene û tedawî dibû" hat aşkerakirin ku ji aliyê mêrê xwe jê berdabû ve bi salan bi şîdeta psîkolojîk û fîzîkî re rûbirû maye.