Li Mexmûrê tecrîd hat şermezarkirin 2020-08-22 08:51:26   MEXMÛR - Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Mexmûrê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em bang li Netewên Yekbuyî, bi taybet CPT û hemû sazî û dezgehên berpirsiyar dikin xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevin. Li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.”    Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî hat şermezarkirin. Daxuyanî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî dest pê bike ji bo tevahî cangoriyan deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Edîbe Paksuy ve hat xwendin.    Daxuyaniya ku hat dayîn wiha ye: “Weke tê zanîn em di pêvajoyek gelek girîng û giran re derbaz dibin. Li hemberî Gelê Kurd û tevgera azadiyê ji bo ji holê rakirina nirx û destkeftên Gelê Kurd êrişek berfireh û hovane tê meşandin. Ji hêla tevayî mirovahiya pêşverû, gelên bindest û azadîxwazên cîhanê ve tê zanîn ku têkoşîna azadiyê ya di bin pêşengiya rêberê mirovahiyê Rêber Apo ve tê meşandin. Ji bo tevayî gelên cîhanê li beramberê sîstemên desthilat û xwînmij rêya çareserî û rizgariyê ya herî mezine. Îro hizir û ramanên Rêber Apo li cîhana bûyî qada şer, gengeşe, tevlîhevî û alozî bûye rêya herî gûncaw û serkeftî ya ku ji vê rewşa xirap derketinê.   Canê xwe kirin mertal...   Têkoşîna azadiyê hem li her çar parçeyên Kurdistanê hem jî li çar aliyên cîhanê bi bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo ji bo gelan bûye hêvî û îro di alî wekhevî, azadî û parastina rûmeta mirovahî de pêşengiyê dike. Her wiha tevayî gelên cîhanê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şahidî ji wêrekî, lehengî û giyanê fedayî ya jinên kurd re kiriye. Bi hizir û ramanên Rêber Apo şervan û şoreşgerên jin li Rojava, Başûr û Şengalê bi milyonan mirov ji mirinê rizgar kirin, di parastina rûmeta mirovahiyê de canê xwe kirin mertal û dawî li hişmendiya paşverû ya dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê anîn.    Divê malbat û parezêr biçin hevdîtinê    Gelê Kurd, saziyên mafê mirovan û raya giştî ya cîhanê; îro li pêş çavê we hemûyan li ser Rêberê mirovahiyê ji hêla dewleta faşîst ya Tirk ve tecrîdeke girankirî tê meşandin û demek dirêje tu peywendî pêre çênebûye. Her wiha li gorî rapora CPT ya vê dawiyê hatî weşandin ji destpêka dîl girtina Rêber Apo ve û heya roja îro ji tevayî mafên rewa yên li gorî zagonên navnetewî ji bo girtiyan hatîn naskirin bê par maye. Weke Rêberê Gelê Kurd û Rêberê mirovahiyê Rêber Apo li rastî nêzîkatî û pêkanîneke taybet ya dijî exlaqê mirovî û wijdanî hatiye. Hem li rastî êrişên dijwar hatiye, hem mafên wî hatine bin pê kirin hem ji nahêlin bi rêkûpêk ligel malbat û parêzerên xwe hevdîtinan pêk bîne.    Îro êrîş xwe gihandiye asta herî jor   Li aliyê din ev nexweşiya ku li giştî cîhan û bi taybet li tevayî Tirkiyê belav bûyî me dixe nava gumunan de li ser tendirustiya Rêber Apo û giştî girtiyên din yên di zindanan de. Lê ligel tevayî bangawazî û şiyariyên saziyên mafê mirovan yên navnetewî, bangawaziya kesayetên navdar yên cîhanê, îmzeyên ji bo başkirina rewşa wî hatîn komkirin û nêzîkatîya wî ya mirovî dewleta faşîst ya Tirk tu zagonan nas nekiriye, tevayî zagonên navnetewî binpêkiriye, çav û gûhê xwe li tevayî bangawaziyan girtiye, berovajî vê li ser Rêber Apo tecrîdeke girankirî û êrîşeke dij mirovî pêktîne û vê êrîşa xwe îro gihandiye lutkeyê.    Em ji tenduristiya wî bi guman in   Weke jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî û gelê penaber yê li wargehê dijîn em vê nêzîkatî û pêkanînên dijî exlaqê mirovahî yê li ser Rêberê me tê meşandin şermezar dikîn û tevayî raya giştî vedixwinîn erkê xwe yê mirovî pêkanînê. Weke gelê Mexmûrê û jinên şopdarên Rêber Apo em ji tenduristî û jiyana Rêberê xwe guman dikin, rewşa wî mereq dikin û van nêzîkatiyan bi tu şêweyî na pejirênîn. Tenduristî û jiyana Rêber APO me ji nêzîk ve girêdide, ji ber ku jiyan û tenduristiya Rêber APO jiyan, tenduristî û hebûna meye. Heya Rêber APO azad nebe wê xebat, berxwedan û têkoşîna me berdewam bibe û em ê tu caran dest ji şopdariya Rêber Apo bernedîn.    Pewiste dawî li bê mafiyê bê   Tecrîta ku îro li beramberê Rêber Apo tê meşandin bi tu awayî nayê pejirandin û divê li beramberê dewleta faşîst ya Tirk helwesta pêwîst were raber kirin û li ser Tîrkiye bî taybet hikûmeta Erdogan zext werin kirin. Daxuyanî û rapora CPT ya hatî dayîn têrê nake, pêwiste CPT li pey encamên rapora xwe bîkeve û dawî li vê bê mafiyê bîne.    Her wiha nêzîkatîya saziyên mafê mirovan û saziyên civaka sivîl cîhê şermêye, pêwîste herkesê xwedî wîjdan û exlaq li beramberê vê bê mafiyê bêdeng nemîne, dengê xwe bilind bike û dengê xwe ligel Gelê Kurd bike yek. Weke gelê Mexmurê û jinên azadîxwaz yên wargeha Şehîd Rustem Cudî em ê heya dawî di nava têkoşîn û berxwedanê de bîn û em heman helwest û nêzîkatiyê ji tevayî Gelê Kurd, dostên kurdan û gelên azadîxwaz hêvî dikîn.    Bi hêviya demek kinde bi berxwedan û erkê xwe yê mirovî pêkanîna herkesê bi wijdan dawî li tecrîda li ser Rêber Apo were anîn, hevdîtîn pêre werîn pêşxistîn û ya herî girîng Rêber Apo bî fizîkî were azad kirin. Li ser vî esasî em bang li netewên yekbuyî, bi taybet CPT û hemû sazî û dezgehên berpirsiyar dikin xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derbikevin.”