Odeyên tabîban: Sebra me û hêza me xelas dibe! 2020-08-21 17:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî belavbûna vîrûsa koronayê Odeyên Tabîban li gelek navendan daxuyanî dan û gotin ji ber ku nexweş gelek zêde bûye, barê wan pir giran bûye û êdî hekîm nikarin nefesê bistînin.    Odeyên tabîban li gelek navendan daxuyaniya hevpar dan û bal kişandin ser zêdebûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) û nêzîkatiya hikûmetê. Nûnerên odeyan diyar kirin ku ger hekîm û xizmetkarên tenduristiyê neyên parastin û piştgiriya maddî û manevî nedin xizmetkaran dê nikaribin tenduristiya civakê jî biparêzin. Odeyan hikûmet hişyar kir û xwest di têkoşîna li dijî vîrûsê de tenduristiya kedkarên tenduristiyê bê parastin û piştgirî bê dayîn.    Li Stenbolê daxuyanî hat dayîn    Odeya Tabîban a Stenbolê li avahiya xwe ya Cagaloglu civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Seroka Odeyê Prof. Dr. Pinar Saip, Sekreterê Giştî Prof. Dr. Osman Kuçukosmanoglu,  Endama Lijneya Giştî Prof. Dr. Rukiye Eker Omeroglu û gelek bijîşên din amade bûn. Li ser navê odeyê Endama Lijneya Giştî ya Odeyê Prof. Dr. Rukiye Eker, anî ziman ku li şûna Wezîrê Tenduristiyê şewbê kontrol bike, raqaman kontrol dike û wiha got: "Erka hekîm û kedkarên tenduristiyê ew e ku nexweşan derman bike. Wan ji nexweşan biparêze. Covid-19 pergala tenduristiyê û civakê ji kok ve bi bandor dike. Bedela wê çi dibe bila bibe têkoşîna li dijî wê pirsgirêka civakî, pîşeyî û sincî ye. Li aliyekî zexta nexweş û muşterî heye. Li aliyekî giliyê SABIM-CIMER heye, li aliyê din jî şewba vîrûsê her ku diçe zêde dibe. Ev 'Bavê Vîrûsê' bandorê dike.     Şewba vîrûsa koronayê kêm nebûye. Dijberî vê yekê zêde bûye. Rewa ku hekîm û kedkarên tenduristiyê di navde, êdî nikarin nefesê bistînin. Divê her kes vê rastiyê bibîne. Divê her kes têkoşîna li dijî Covid-19 wekî tiştekî asayî û ji rêzê nebine. Di serî de wezareta Tenduristiyê û hemû rêveberên Tirkiyeyê divê rewşa kedkarên tenduristiyê bibîne. Hekîm xemgîn in. Her roj bi dehan hempîşeyên me nexweş dikevin."   Li Amedê bangewaziya parastina kedkaran hat kirin    Endam û rêveberên Odeya Tabîban a Amedê li pêş Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê kedkarên tenduristiyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elif Turan, daxuyanî da û xwest rayedar erka xwe pêk bînin û kedkarên tenduristiyê bên parastin.    Li Mêrsînê pankarta 'Sebra me û hêza me xelas dibe'    Odeya Tabîban a Mêrsînê jî li pêş Nexweşxaneya Şehîr daxuyanî dan. Kedkarên tenduristiyê li vir pankarta “Sebra me û hêza me xelas dibe" vekirin û daxuyanî dan. Rêveberên Odeya Tabîban û SES'ê tev li daxuyaniyê bûn. Sekreterê Odeya Tabîban ê Giştî Cemil Galioglu, daxuyanî xwend û polîtîkayên AKP'ê rexne kir.    Li Îzmîrê 3 hezar nexweş hene    Odeya Tabîban a Îzmirê jî bi heman armancê li salona konferansê ya odeyê daxuyanî da. Serokê Odeya Tabîban a Îzmirê Lutfu Çamli û kedkarên tenduristiyê amade bûn. Çamli, anî ziman ku li Îzmirê nêzî 3 hezar nexweşên ji şewbê hene û nêzî 250 nexweş li nexweşxaneyan tên dermankirin û 2 hezar û 800 nexweş jî li malê ne.