Şandeya KCD û DBP'ê bernameya xwe ya Şirnexê bi dawî kirin 2020-08-21 17:14:46   ŞIRNEX - Şandeya KCD û DBP'ê di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" de li Cizîrê çû serdana rêxistinên civaka sivîl û li vir bal kişandin ser domandina têkoşînê.   Şandeya ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk tê, di çarçoveya "Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serdana rêxistinên civaka sîvîl kir. Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û parlementerên HDP'ê Kemal Bulbul, Hasan Ozgûneş û rêvebirên HDP'a bajêr pêk hat, çûn serdana Odeya Bijîşkan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD), Odeya Esnafan û Odeya Eczaneyan    Li ser navê şandeyê Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û bal kişand ser rol û mîsyona KCD'ê. Salîha, da zanîn ku dewletê herî zêde pêvajoya pandemiyê wekî firsendek bikar anî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi hinceta vîrûsa koronayê xwest ku hêzên demokrasiyê bêdeng bike. Ji ber vê mirov binçavkirin û êrîş kirin. Bi van pêkanîna xwest ku me bêdeng bikin. Lê li her derê, li her kolanan gel bêdeng neman. Ev pêvajoye li gorî berjewendiyên xwe rêvebirin."   Salîha, destnîşan kir ku divê em li hemberî vê rêveberiya faşîzan bêtir têkoşîn bê dayîn û wiha got: "Ji sala 2016'an ve, heta niha êrîşên xwe yên li ser KCD'ê zêde kirin û deriyê KCD'ê mohr kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku deriyê wê mohr kirin, lê em ê li mal rûnên û dev ji têkoşînê berdin. KCD ji bo çareserkirina aloziyên Tirkiyeyê firsendeke mezine. KCD sîwana ol, bawerî, nirx û gelan e. Em jî wekî heyet herêmê digerîn û hem peşniyar û hem jî rexneyên saziyan digirin. Di vê pêvajoyê de, em dixwazin têkoşîneke hevpar bidin meşandin û daxwaziya me jî ji we di vê çarçoveyê deye."   Şandeya KCD û DBP'ê di nava 2 rojane de gelek sazî û dezgehên sivîl ziyaret kirin. Şande xebatên xwe yên Şirnexê îro bi dawî kirin.