5 roj e ji Gamzeyê agahî nayê girtin 2020-08-21 14:59:41   MÊRDÎN - Li Qoserê Gamze Aydin a ku 5 roj e agahî jê nayê girtin hîna nehatiye dîtin.   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji Gamze Aydin (19)  a berî bi 5 rojan got, "Ez diçim mala apê xwe" agahî nayê girtin. Ji bo Gamzeya ku malbata wê serî li emniyetê da lêgerîn hat destpêkirin.