Li Girtîgeha Bedlîsê 15 girtî bi vîrusê ketin 2020-08-21 09:08:16   AMED - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bedlîsê testa ji bo vîrusa koronayê ya 15 girtinyan pozîtîf derketiye û malbata gitiyê bi navê Îslam Yaşar ku li heman girtîgehê dimîne diyar kir ku ew ji rewşa girtiyan bi gûman in û xwestin ku demildest tedbîr bên girtin.   Ji roja ku (COVÎD-19) li welêt peyda bû ji mijarên ku dihatin niqaşkirin, yek jê jî ewlehiya girtiyan bû. Girtiyên ku di şert û mercên girtîgehê de nehatin parastin, di serî de malbatên wan li gel ku gelek saziyan bertek nîşan dan jî îqtîdarê ji bo tendirustiya girtiyan biparêze tu tedbîrên berbiçav negirtin û di bin navê tedbîrê de girtî hatin tecrîdkirin.   Nexweş û ne nexweş li heman cihî tên girtin   Ji ber ewlehiya nehat girtin gitî bi vîrusê ketin. Herî dawî parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş pirsname dabû meclisê û gotibû ku li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê gitî bi vîrusê ketine. Hat ragihandin ku li Girtîgeha Bedlîsê 15 gitî bi vîrusê ketine û rêveberiya girtîgehê jî girtiyên bi vîrusê û ne bi vîrusê li heman cihî digire.   'Vê derê girtîgeh e ne cihekî taybet e'   Birayê girtiyê siyasî yê bi navê Îslam Yaşar ku li gitrtîgeha Bedlîsê li qawîşa 3-C dimîne  Abîdîn Yaşar, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê jî vîrusa li girtîgehê belav dibe piştrast kiriye û anî ziman ku destûrê nadin girtî derkevin hevdîtina parêzer û bi telefonê bi malbatên xwe re biaxivîn. Abîdîn diyar kir ku li girtîgehê li  2 qawîşên girtîgehê 15 girtî bi vîrusê ketine û wiha berdewam kir, "Di serî de gotin 25 kes in û piştre gotin testa 15 kesî pozîtîf derketiye. Ev hemû girtiyên siyasî ne û yen bi vîrusê û ne bi vîrusê li heman cihî digirin. Min bi mudurê girtîgehê re hevdîtin kir  û wî jî diyar kir ku kesên bi vîrusê hene lê tiştekî girîng tune ye.  Li gel vê jî got ku ew hemû girtiyan li gel hev dihêlin û min jî got hûn kesên bi vîrusê û ne bi vîrusê çawa li gel hev dihêlin? Lê wî ji min re go, 'Ev der girtîgeh e, ne cihekî taybet e' û axaftina min birî."    'Du girtiyên rewşa wan giran rakirine nexweşxaneyê'   Abîdîn diyar kir ku piştî agahdar bûne du girtî rakirine nexweşxaneyê bi parêzer û parlamenteran re hevdîtin kirine û wiha dawî li axafitna xwe anî, "Ji bo ku bi girtiyan re hevdîtinê bikin me parêzer şandin. Parêzeran diyar kirin ku ji wan re raghiandine ger ku sibe testa girtiyan negatîf derkeve ew ê destûrê bidin ku hevdîtin bê kirin. Lê em bi gûman in û em nizanin ku em ê çi bikin. Li gorî agahiyên ku me girtin 2 girtiyên rewşa wan giran rakirine nexweşxaneyê. Ji van yek jê girtiyekî 55 salî ye. Girtî ne can in gelo? Qawîşa ku birayê min lê ye li gel ku qawîşa herî kêm girtî lê ne jî 10 kes li heman cihî dimînin.  Roja înê divê me pê re hevdîtina bi telefonê bikira lê destur nedan. Ji ber wê em ji rewşa girtiyan bi gûman in."