Deriyê Mala Jinê di pêvajoya qedexeyê de jî vekiriyê 2020-08-21 09:07:02   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Mala Jinê ya Til Temirê bûye navnîşana jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane. Endama Mala Jinê Şemsa Remezan, diyar kir ku bi qedexeya derketina dervê şîdeta li hemberî jinê zêde dibe û got: "Mala Jinê bi xebatên xwe dixwaze xwe bighîne hemû jinên li herêmê. Di vê pêvajoya qedxeyê de deriyê xwe ji jinan re vekir."    Desteya Tenduristiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her roj derbarê belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) de agahiyan dide. Li herêmê jî her roja ku derbas dibe hejmara nexweşan zêde dibe. Li dijî belavbûna vîrûsê Rêveberiya Xweser biryara derneketina derve û gelek biryarên din rojên borî ragihandibû. Li herêmê jî di pêvajoya derneketina dervê de jin bi pirsgirêkên cuda û şîdetê re rûbirû dimînin. Di vê pêvajoyê de Mala Jinê xwe dighîne jinan û dixweze pirsgirêkên jinan çareser bike. Derbarê vê mijarê de Endama Mala Jinê a navçeya Til Temirê Şemsa Remezan axivî.   Şemsa, da zanîn ku di pêvajoya qedexeya derketina dervê de Mala Jinê negirtine û got: "Di vê pêvajoya qedexeyan de me nexwest em Mala Jinê bigirin. Li vir her roj du jin nobetê digirin. Her wiha em têkiliya xwe bi meclîsa û komînan re di vê pêvajoyê de didomînin. Di rojên borî de hejmara şîdeta li hemberî jinê zêde bû. Her wiha li gel şîdeta fîzîkî, li hemberî jinê şîdeta devkî jî bikar tînin, lê belê hejmara wê şîdetê jî di asta herî jor de ye."    Şemsa bal kişand ser hişmendiyê ereban û wiha axivî: "Di nava civaka ereban de jin azad û wekhev nîne. Ji bo guherînê gelek dem hewce ye. Ji bo azadiya azadiya jin û wekheviya di navbera herdû zayendan de fêmkirinek çêbibe demekî pir dirêj hewce ye."   Şemsa, bal kişand ser xebatên Mala Jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Deriyê Mala Jinê hemû jinan re vekiriye. Hemû jin dikarin bên li vir alîkarî ji me bixwazin. Ne tenê di mijara şîdetê de hemû pirsgirêkên xwe dikarin ji Mala Jinê re bêjin. Em dixwazin mafê hemû jinan biparêzin.